
Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ li derheq dawîn şer û pevçûnên di navbera çend malbatên Kurd û Azerî li bajarê “Makû”yê de, daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji gelê Kurd û Azerî yên deverê kiriye ku bi hişyarî li hember pîlana pîlangêrên rejîmê rawestên.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Hevnîştimaniyên hêja!
Xelkê nîştimanperwer û aştîxwaz yên devera Makû yê!
Her çawan ku haydarin di çend rojên derbasbûyî de bi sedema fitineya çend karbidestên bednav yên rejîmê li devera Makû yê, şer û pevçûn di navbera çend malbatên Kurd û Azeriyên Alacîqî yên Makûyê li ser zûzan û çêrîngehan qewimiye, û mixabin kuştî û birîndar jî lipeyxwe ve anî.
Heyamek oportunîzman, pirisgirêk û aloziyên mebestdar li devera “Xoyî û Makû” yê di navbera Kurd û Azeriyan de diafirînin ku cihê nîgeraniyê ye.
Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ tevî xembarbûn li derheq buyer û aloziyên wiha de, ji Kurd û Azeriyên deverê daxwaz dike ku bi lezgînî dawî bi wan şer û pevçûnane bînin û rê nedin ku Komara Îslamî ava aştî û bihevre jiyanê şêlû bike û di vê nêçîrvaniya msiyê de şer bike
Daxwaz ji hevnîştimaniyên hêja yên herdu gelên Kurd û Azerî dikin ku, bi hişyarî li hember pîlan darêjên rejîmê rawestin û bûyerên bi wî awayî ûnexwastî bigirin. bigirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Rêkxistina Giştî