Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ daxwaz ji hozên Qelxanî û Kuwîk kir ku dawî bi pirsgirêkên xwe bînin

12:48 - 2 Hezîran 2021

Piştî pirsgirêka li navbera hozên “Qelxanî û Kuwîk”, Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ daxwaz ji xelkê devera “Dalaho”yê kir ku, dawî bi pirsgirêkên xwe bînin.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ li derheq pirsgirêk û şer li devera Dalaho

Civatgeha xebatkar a xelkê Kurdistanê

Mixabin îro li devera Dalahoyê de seba zewiyan pirsgirêk li navbera hozên “Qelxanî û Quwîk” de çêbûye û şer û levdan qewimiye ku di encam de kuştî û birîndar hebûne.

Xelkê têkoşerê wê deverê li mêjwe ye ku bi hev re jiyane û bi 100an têkoşerên wan li refên xebatkarên Partiya Demokrat de amadebûne û amade ne û hejmareke berçav ên wan, tevlî karwanê şehîdên rêya rizgariya neteweya xwe bûne.

Wekî erkeke netewî û niştimanî, daxwaz ji we dikin ku bona aramkirina rewşê pêngawên bi kiryar û bona çareserkirina binyata wê pirsgirêkê hilgirin û bona bi dawîanîna wê rewşa nexwastî ku dilê dujminên gel û netewa me xweş dike, hemû hewla xwe bidin.

 Pirsgirêka li navbera we bi tenê li berjewendiya dujminê me yê bingehîn anku Komara Îslamiya Îranê de ye û dixwaze  wê fitneyê berfirehtir jî bike û nehêle ku hûn bi aşitî û biratiyê bi hev re bijîn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî

1ê Hezîran 2021