
Kurdistanmedia: Derheq gireva bajarên Kurdistana Rojhilat, ku di çend bajaran de bi sedema hebûna enfilasiyona (tewerom, helawsan) zêde ji qas, û bilindbûna nirxan û xirabiya rewşa jiyanê, dukan û bazarên xwe daxistin, Dezgeha Rêkxistina Giştî ya Hizbê jî daxuyanek di vê derheqê de belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya derheq gireva di çend bajarên Kurdistana Rojhilat de
Xelkê xweragir yê Kurdistanê
Her çavan ku hûn agehdar in, roja Yekşemî, 16`ê Rezberê, bazariyan di çend bajarên Kurdistanê de, dest avêtine girevê, û dukan û bazarên xwe daxistin.
Gireva roja Yekşemî ya di çend bajarên Kurdistana Rojhilat de, ku hevdem li bajar û deverên din yên Îranê de bi rê ve çû, dengvedana nerazîbûna xelkê bêzar yê Kurdistanê li hemberî rewşa bikirîz a aborî ye ku hemû cendekê welat bi xwe ve girtiye.
Ji aliyekî din ve jî, wekî hevxebatî û piştevanîkirina ji deverên din yên Îranê tê hesibandin.
Wekî siyaseta hertimî û pirensîpa neguher ya PDKÎ, em piştevaniyê ji vê girevê û rengên din yên berevanîkirina medenî ya hemû tex û çînên Îran û Kurdistanê dikin.
Hevçarenivîsiya gelên bindest yên Îranê, û herifandina rejîma komara Îslamî, hewcehî bi hevxebatî û yekrêziya zêdetir heye, em vê yekê jî wekî xala cewherî ya yekalîkirina xebata li dijî rejîmê dizanin, û di dawiyê de jî em pêdagiriyê li ser dikin.
Her li wir dîsan piştevaniya xwe bo berevanîkirina medenî a xelkê Kurdistanê, û bazariyan ducarî dikin, û hevdem pêdagiriyê li ser xebata cemawerî ya bajaran dikin.
Serkeve xebata cemawerî
Serkeve xebata bajaran
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Rêkxistina Giştî
16`ê Rezber a 1397`an
8`ê Çiriya Pêşîn a 2018`an