Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 24 demjimêran de nêzîk 400 kes li Sûriyê hetin kûştin

12:46 - 31 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Beşar Esed di kumkojiyekê de nêzîk bi 400 hevwelatiyên Sûriyê û di nav van de 40 Jin û Zarok hatin kûştin.
Roja Yekşem, berwar 30’ê Çileya Pêşîn a 2012’an komîta hevdengî a şorişa Sûriyê ragehand, li 24 demijmêrên derbas bûyî pitir ji 392 kes kudi nava wan de 20 Jin û 20 Zarok , tên dîtin, bi destê hêzên rejîma Esed hetine kûştin.

Li gor rapora vê malperê li kumkojiya devera “Deyîr Beilebe”ê 220 term hatine ditin.

Bi gotina çalakvanên mafên mirov, hêzên lîba şexsî yên Beşar Esed piştî kuştina 220 kesan li devera “Deyîr Beilebe”ê serê van li bedena van cûda kirine û paşan tirmê van şewitandine.

Yek ji helatiyên vê kumkojiyê ku kariye canê xwe rizgar bike, wêne ên vê kumkojiyê li Youtubê de bilav kiriye.

Di wan wêneyan de eşkereye ku çendîn malbat li tirsa canê xwe, penah bo gundê derdûra vêherêmê diben.
Hev dem li gel wan kumkojiyane hêzên rejîma Beşar Esed pitir ji 134cihên vê deverê de xalên lêgerînê danane û kontorola herêmê diken.

Her di vê demê de bajarê “Meire Neimanî û Edleb”ê şerekî tond di navbera Artêşa Azad a Sûriyê û hêzên rejîma Beşar Eesed qewimîye û bajarê “Meire Neimanî”ê li bin kontorola artêşa azad a Sûriyê daye.