Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 3 mehên borî de rojane 60 kes di Îraqê de hatine kuştin

22:35 - 2 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Di heyamên sê mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxa 2014’an de, birîz 2400, 1737 û 1420 hemwelatiyên Îraqî bi sedema şer û pevçûna leşkerî di wî welêatî de canê xwe ji dest dane.

Nûçegihaniya Reuters li gor rapora Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) bilav kir, di meha Tebaxa 2014’an de herî kêm 46 kes di Îraqê de rojane hatine kuştin.

Raporta NY serbarê tekezkirin li ser cinayetên DAÎŞ’ê, bas ji vê yekê kir ku rewşa hundirî Îraqê gellek aloz bûye û di meha Tebaxa 2014’an de 1420 kes bi sedema kiryara terorîstî di Îraqê de hatine kuştin.

Filawiya Panzîrî cêgirê komîseriya bilind a rêxistina Netewên Yekbûyî di karûbarê mafê mirovan di wê pêwendiyê de ragehand, ku girupa terorîstî a DAÎŞ’ê bi encamdana kiryara kuştinên armancdar, guherîna zorî a olî, destdirêjiya seksî û eşkence di Îraqê de bi cinayeta şer û dije mirovî hetiye mehkûmkirin.

Di wê peywendiyê de û bi piştîwaniya raporta rêkxirava neteveyên yêkbûyî ku di 1’ Tebaxa 2014’an de hatiye bilavkirin, pêla kuştina nû û pevçûna leşkerî di Îraqê de hertim dirêje heye û kuştiyên wan şer û pevçûnê ber bi zêdebûnê ve diçin.

Li gor serhejmariya rêxirava NY, di heyamê meha Hezîran de 1737 hemwelatiyên Îraqê hatine kuştin.
Her di vê peywendiyê de, teqîn, şer û pevçûna leşkerî di heyva Tîrmehê de jî di Îraqê de, 2400 kes hatine kuştin.

Serbarê kuştina hemwelatiyên Îraqê bi sedema şer û pevçûnê, hejmara koçberên wî welatî ber bi zêdebûnê ve diçe û li gor amarên hatinî bilavkirin, zêdeyî yek milyon kes bi vê sedemê koçber bûne.

Li gor raporta nûçegihanan, rêjîma Îslamî ya Îranê li têkwedana Îraqê û bi xasmanî Herêma Kurdistanê, di şerê DAÎŞ ê de roleke ber çav hebûye.