Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 70 rojan de 15 kedkarên Kurd di dema kar de canê xwe ji dest dane

18:19 - 7 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Pirsa saxlemî û nebûna ewlehiya karî sedemên mirina kedkarên Kurd li Kurdistana Îranê ne.
Nebûna ewlehiya karî, pirsa parastina saxlemiyê, nebûna sitandardên kar, nebûna alavên parastina kedkaran di dema kar de û ..., li Îranê bi taybetî Kurdistanê de sedemên sereke ên mirina kedkaran e û hertim jî gefek in li ser kedkaran.
Di heyamê pêtir ji du mehan de, 15 kedkarên Kurd seba pirsgirêkên teknîkî, ketinxwar, herifîna dîwaran û şewaat didema karkirnê de, canê xwe ji dest dane.
Li gor rapora Pijîşkê Yasayî di her du Parêzgehên Sine û Urmiyê de, li sala derbasbûyî 53 kedkar di dema karkirinê de seba sedemên mamajepêkirî canê xwe ji dest dane.
Bi giştî di Îranê de jî di sala derbasbûyî rêjeya mirina Kedkarên di dema karkirinê de 16.8 ji sedî pêtir kiriye.
Li gor amara nûçergihaniyên “Mukriyan” û “Kurdpa”, û herweha malpera Komîteya Hevahengî bo Alîkarîkirina Pêkanîna Saziyên Kedkarî, vanên wan 15 kedkarên Kurd ên canê xwe ji dest danî ev in:
- Madih Mîrzayî û Sidîq Qurbanî, xelkên Kamyaranê

- Wahîd Abidiyan, xelkê Mehabadê

- Ebdulla Turkman, xelkê Mako

- Selah Qasimî, xelkê Şino

- Xalid Zariî, Zanyar Muradî, Nebî Mîrî, Fetulla Suhrabî û Mihemed Ehmedpûr, xelkên Sinê

- Silêman Bîglerî, xelkê Kirmaşanê

- Hebîbulla Emanî û Adil Beharmî, xelkên Merîwanê

- Elîmihemed Salihqati’, xelkê Seqizê

- Herweha kedkarek din yê bajarê Xoyê ku navê wî nehatiye zanîn

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê