Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 9 mehên îsal de li Îranê nîzîkî 1500 kes seba şewitînê canê xwe ji dest dane

15:02 - 7 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Li heyamê 9 mehên îsal de nêzîk bi 1500 kesan li Îranê seva şewitînê canê xwe ji dest dane.

Îdareya Pizişkê Yasayî a Îranê bilav kir, li destpêka sala rojî heya dawiya meha Çileya Pêşîn 1478 kes seva şewatê canê xwe ji dest dane ku ji amara han 737 kes Jin û 741 kes jî Mêr bûne.
Li gor rapora han mirina wilatiyan Îsal seva şewatê rû li kêmiyê kiriye ku li 1522 kesan jibo 1478 kesan kêm bûye.bi beraword li gel sala bihorî % 2.9 kêmî bi xwe dîtiye.

Di parek din a rpora han de hatiye ku mirina wilatiyan seva şewatê di heyamê 9’mehên bihorî de li parêzgeha Îsfehanê bi mirina 173 kesan(84 Jin û 89 Mêr), Tehran 165 kes(45 Jin û 120 Mêr),Xorasan 135 kes (74 Jin û 61 Mêr), Xozistan 134 kes(70 Jin û 64 Mêr) li rêza yekem heya çarê dene.

Ji aliyek din Parêzgeha” Çar Mehal û Bextiyarî “ bi mirina 2 kesan, Sêmnan bi mirina 4 kesan û Kegîluyê û Buyêr Ehmed bi mirina 5 kesan seva şewatê kêmtirîn rêjeya mirinê tomar kirine.

Nimûna herî nîzîk roja 5’ê Çileya Pêşîn a 2012’an, seba teqîna sûbeyekî petrolê, 37 qutabîyên pola çar a seretayî ya dibistana gundê “Şînawê” a bajarê Pîranşehrê bûne qurbanî. Heya niha du kiçên dersxwan ên bi navê: Sariya Resûl Zade û Seyran Yêgane, seba zor bûna şewatê canê xwe ji dest dane.
Rewşa saxlemiya hejmarek ji qurbaniyên ku li nexweşxana Îsfehanê de ne nebaşe û îzna dîtina wan bi çi kes û aliyan nahê dan.