Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Amerîkayê de rêz ji dozgerên dadgeha Mîkonosê hate girtin

18:45 - 12 Adar 2014

A: Rehîm Reşîdî

Di Amerîkayê de rêz ji dozgerên dadgeha Mîkonosê hate girtin
Roja 25.02.2014’an di rêûresmekê de ku ji aliyê Nawenda Dadwerên Amerîkayê, di Dadgeha Federal a bajarê Niyoyorkê de pêk hat, rêz ji du dozgerên payebilind ên dadgeha Mîkonosê hate girtin.

Ew rêûresm ji aliyê Ro’ya Hekakiyan nivîskara pirtûka “bikujên koşka Fîroze” û Xanima “Ciwana Sîbirt”, dadwera Dadgeha Federal ya Amerîka li beşa rojhilata bajarê Niyoyorkê hate pêkanîn .

Di vê rêûresmê de serbarê “C. D. Bîndîngil” balyozê berê yê Amerîkayê li welatên Alman, Utrîş û Siwîsê, çend kes ji dadwer û parêzerên endamê “Nawenda Parêzerên bajarê Niyoyorkê” de beşdar bûn.

Di rêûresmê de “Waylî Stiklû” parêzerê dadgehê bixêrhatina mêhvanan kir, û bas ji giringiya civînê kir.

Piştre “Lorîta Tiska” dadwerê sereke yê başûra Niyoyorkê axivî, û derheqê rêûresmeke bi vî awayî de, kêfxweşiya xwe eşkere kir, û di warê serxwebûna dadgehê, û karê yasayê ji bo cihgirkirina dadperweriyê axavtinek pêşkêş kir, û rêz ji tekoşîna dadwerên Alman girt.

“Ciwana Sîbirt”, dadwera Dadgeha Federal a Amerîkayê li beşa Rojhilata bajarê Niyoyorkê di axavtinekê de armanc ji birêvebirina rêûresmeke bi vî awayî şirove kir, û yasaxwazî ji bo pêşkevtin û dadperweriyê giring da zanîn, û piştre xanima Ro’ya Hekakiyan, nivîskara pirtûka “bikujên koşka fîroze” axavtinek kir.

Wê got: “Piştî wê ku yek ji rizgarbûyiyên terora Mîkonosê ku mêhvanên wan bûye, û bîranînên xwe di derheqê vê bûyerê di gel wan bas kiriye, her ew yek bû sedem ku pirtûkekê li ser bûyera Mîkonosê binivîse, û di encam de, piştî bilavkirina vê pirtûkê, êdî pirtûkê navûdengeke cîhanî peyda kir.

Xanima Hekakiyan di dawiya axavtina xwe de, bas ji çawaniya pirtûka xwe kir û li derbarê sîstema serbixwe ya dadgeha Alman axivî, û got ku dadgehê karî hemû astengên li ser rê bişkîne, û serbarê gefxwarinên Îranê û pêwendiya aboriya Alman û Îranê, hukmê xwe yê hêja der bike, û nekete jêr bandora berjewendiyên siyasî û aborî.

Di beşeke din ji rêûresmê de, “C. D. Bîndîngil” balyozê berê yê Amerîka li Alman de, baseke siyasî pêşkêş kir, û ragehand ku bi baweriya wan, bûyera Mîkonosê bi bandor û siyasî bûye.

Wî dosiyeyên Norinbêrg û terorên siyasî ên Rûsiyê di Alman de, wekî dosiyeya Mîkonosê da zanîn.

Wê di doma axavtinên xwe de, bas ji axavtina Xamineyî ya wê demê, di Konseya Parastina Neteweyî ya Îranê de kir, ku wî dewleta Alman wekî dijmin bi nav kiribû, bi sedema wê ku nekarîbû Dadgeha Mîkonosê paş bixe.

Wî got lewra Îranê biryar da ku hekî dadgeh karê xwe bidomîne, ewê hemû riyan li dijî Alman bi kar bînin.

Li gorî axavtinên wê, piştre eşkere bû ku 32 nawendên Îslamî li Alman, ku soz û qewlê alîkariyê dabûne Tehranê, ji aliyê polîsê Alman ve, ketin bin çavdêriyê. Herwisa Îranê bi dewleta Alman ragehand ku wê li her derê êrîşî ser berjewendiyên wan bikin.

Herwis ew gefxwarin bûne sedema vê ku Alman gelelk kesan bixe bin çavdêriyê, herçend ku Îranê hemû hewla xwe bi kar anî ku pêvajoya dadgehê bide sekinandin, lê bi vî halî jî pêvajoya dosyeyê roj bi roj dom kir, û di sala 1997’an de, hukmê xwe yê dawiyê derkir.

Rêzdar “C. D. Bîndîngil” di dawiya axavtina xwe de, ragehand ku heke Komara Îslamiya Îranê dixwaze ku bi rojava re pêwendî hebe, hewce ye ku ew welat di siyasetên xwe de pêdeçûnê bike, da ku baweriya Rojavayiyan bi dest bîne, û herwisa hewce ye ku Tehran rêz ji yasa û konvansiyonên cîhanî bigre.

Wî herwisa got ku hukmê dadgeha Mîkonosê rejîma Komara Îslamiya Îranê neçar kir ku dest ji terora neyarên xwe li derveyî welat hilgire.

Di dawiyê de, dozgerê giştî û dozgerê berê yê Alman “Eleksander Fon Şital” û “Birno Yost”, axavtin kirin. “Eleksander bas ji du dîtingehan ve bas ji pêvajoya dadgehê wekî pirseke siyasî û hiqûqî kir.

Wê got ku Alman û xelkê Alman gef li wan dixwarin ku ew dosya ne siyasî ye, û hewce ye ku ew pêvajo bê sekinandin, ji aliyekî din ve rayedarên Tehranê gef li hinek kesan dixwarin ku amade bibûn alîkariya dadgehê bikin.

Piştî wê jî “Birno Yost” axavtinek kir, û di axvtina xwe de serbarê bakirina ji biyavên curbicur ên karê dadgehê, got ku wî wekî pirseke yasayî û mirovî çav lê kiriye, û herwisa got ku pêwendiya siyasî û aboriya Berlîn û Tehranê pêvajoya karê dadgehê xiste direngiyê.

Di dawiya vê rê û resmê de, “Rabirt Kohîn”, berpirsyarê Nawenda Parêzerên Dadgeha Federal, her du dozger bona wergirtina xelatên rêzgirtinê bang kirin, û ragehand ku eva yekemîn car di dîrokê de ye ku xelatên bi vî awayî bi dadwerên ku xelkê Amerîkayî nebin, tê dan.

Her du dozgerên giştî û dozgerê pêşîn yê Alman “ Eleksander Fûn Şital, û Birno Yost” di nava çepikên beşdarên rêûresmê, û kêfxweşiya Kurdan de, xelatên xwe wergirtin.

Hêjayî basê ye ku li roja 17’ê Septambera 1992’an, Dr. Sadiq Şerefkendî sekreterê giştî yê PDKÎ, “Fetah Ebdulî”, endamê Komîteya Nawendî û nûnerê PDKÎ li derveyî welat, Himayon Erdelan, nûnerê PDKÎ li Alaman, û Nûrî dêhkordî hevalê tevgera Kurdistanê li Birlînê, bûne armanca êrîşa terorîstî û hatin şehîdkirin, û pêvajoya lêkolîna vê terorê bi navê “Mîkonos” wate navê restorana ku teror têde hate encamdan, hate naskirin.

Dadgeha Mîkonosê li rojên 10’ê Avrîla 1997’an piştî lêkolîna hûr û tevalî ragehand ku deshilatdarên rejîma Îranê pîlana vê terorê darêtine ku Kazim Darabî, xelkê Îranê, û çar hemwelatiyên Lubnanî û endamê Hizbulalha Lubnanê ew teror encam dane.

Dadgehê ew yek piştrast kir ku Xamineyî rêberê rejîma Komara Îslamî ya Îranê, û Refsencanî serkomarê wê demê, Elîekber Wilayetî wezîrê Karûbarê Derve, û Elî Felahiyan wezîrê Îtilaata Îranê, ji biryarderên vê kuştarê bûne, lewra hukmê wan yê girtinê yê navneteweyî hate derkirin.

Encama vî hukmî bû sedema vê ku welatên endamê Yekîtiya Ewropa, heya şeş mehan, hemû balyozên xwe ji Tehranê vekişînin û bi vî awayî pêwendiya di navera Îran û Yekîtiya Ewropa de, bi kirîzeke kûr re berbirû bû.