Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bargeha PDKÎ’ê de 69’emîn salvegera avabûna PDK Îranê bilind hat nirxandin + Wêne

21:12 - 16 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma 25’ê Gelawêjê 69’emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bargeha Polîtbîroya PDKÎ’ê di bajarê Koyê de bi rêve çû.

Li gor rapora peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, di roja 16’ê Tebaxa 2014’an de, 69’emîn salvegera demezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bargeha Deftera Siyasî a PDKÎ’ê di Koyê de bi rêve çû.

Rêûresm bi marşa neteweyî a Ey Reqîb û deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê, dest pê kir.

Piştre Têyîmûr Mistefayî endamê Polîtbîroya PDKÎ, bi vê boneyê çend gotine pêşkeş kir.

Birgeya din a rêûresmê sirûdekî destanrêsî bi navê Rêya Erxewan ji aliyê kora mûzîkî a PDKÎ’ê ve hat xwendin.
Di dirêjahiya rêûresmê de, peyama hevpar a Yeketiyên Jinan, Xwendekaran û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Êlham Çayîçî berpirsa Yeketiya Jinan ve hat pêşkeşkirin.
Paşan sirûdekî şoreşgirane bi navê Ez Kurd im ji aliyê kora mûzîka PDKÎ’ê ve hat pêşkeş kirin.
Rêûresma bilind nirxandina 69’emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi stranên folkolorî bi davî hat.