Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di êrîşa hêzên rejîmê bo ser civîna ciwanên Serdeştê de 16 kes hatin destbiserkirin\\ hat nûkirin

21:43 - 20 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Hejmarek ciwanên bajarê Serdeştê ku di şeqamên wî bajarî de civînek lidarxistibûn û li dijî rejîmê dirûşm diqîranidin, bebirûyê êrîşa hêzên Întizamî ên rejîmê bûn û 16 kes ji wan hatin destbiserkirin.


Li gor rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia, şeva 18’ê Tebaxa 2012’an, hejmarek zêde a ciwanên bajarê Serdeştê di şeqama Kemerbendî jihev civiyabûn û bi hilkirina agir dest bi xweşî û şadiyê kirbûn û li dijî rejîma Îranê dirûşm qîrandin.
Civîna wan ciwanan berbirûyê hêzên Întizamî ên rejîma Îranê bû. Ew koma ciwana di kolan û şeqaman de xw eveşartibûn, lê piştî şopandina hêzên Întizamî, 16 ke ji wan hatin destbiserkirin.
Heya amadekirina vî nûçeyî, ji wan 16 kesên destbiserkirî tenê pênaseya du kesan bi navên “Saman Hemzepûr” û “Eyûb doletî” hatiye eşkerekirin.
Civîna han û hewlên hêzên rejîmê ji bo destbiserkirina wan ciwanan heya direngiya şevê berdewam bûye.