Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Îraqê nêzî bi 24 hezar kes hatiye kuştin û birîndarkirin

13:41 - 5 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Piştî peresandina êrîşên DAÎŞ’ê li Îraqê û Sûriyê, di heyamê çend mehên borî de rêjeya qurbaniyên êrîşên terorîstî di wê deverê de bi awayeke berçav zêde kiriye.

Li gor rapora “DW” û li gorî rapora NY, di heyama 8 mehên destpêka sala 2014’an de, harî kêm 24 hezar kes li Îraqê hatine kuştin û birîndarkirin ku 8 hezar û 500 kes canê xwe ji dest dane.

Rapor bas ji wê yekê dike ku piraniya ew kesên ku piştî bi cî hêştina cihê ji dayîk bûna xwe bi sedema birçîbûn û tînîtî û nebûna xizmetguzarî canê xwe ji dest dane.

Êrîşa girupên Dewleta Îslamî bo ser deverên bakûr û navenda Îraqê bûye sedema koçkirina rûniştiyên wan deveran e.

Heya niha pitir ji 800 hezar ji hemwelatiyên akincî li bakûrê Îraqê, di Herêma Kurdistanê de bûne penaber.

Herwiha di wê raportê de hatiye ku DAÎŞ’ keç û jinan difroşe û bi awayeke amancdar xelkê dikuje.