Komek ji girtiyên girtîgeha navendî a bajarê Seqizê bi hilkefta roja Pêşmergên Kurdistanê di girtîgeha wî bajarî de, rêz li pêşmerge hate girtin.
Li gorî nûçeya giheştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê li girtîgeha navendî a Seqizê komek ji girtiyan bi hilkefta roja Pêşmerge çalakî bi rê ve birin û ev roje pîroz kirin.
Hevdem girtiyan wêneya Dr.Qasimlo jî digel sîloganên taybet bi roja 26`ê Sermawezê di nav girtîgehê de belav kirin.