Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Heftîeyekê de nêzîk bi 150 hevwelatiyên Kurd li Kurdistana Tirkiyê hatine girtin

14:02 - 20 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: di heftiyekê de 144 hevwelatiyên kurd li bajarên cûrbicûr ên Kurdistana Tirkiyê bi sûça hevldan dijî ewlehiya netewî, desbiser kirin.

Ew girtine li bajarên Batman.Hekarî, Mardîn, Sêrt, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Tirkiya yê hat encam dan.

Malperên ser bi Tirkiya yê, sûça wan encamdana karê terurîstî û endametî ya partên çekdar ên dijî rejîma Tûrkiyê ragehand.
Eve li halekê deye ku daxwaza wan welatiyan bi fermî naskirina zimanê Kurdî, çareseriya pirsgirêka Kurd di wî welatî de û azad kirina Ebdula Ocelan rêberê PKK bûne.

Ev 144 hevwelatiyên Kurd, li berwara 4’ê Çileya Pêşîn, heya 11’ê Çileya Pêşîn a 2012’an de li bajar û deverên cûrbecûr ên Kurdistana Tûrkiyê hetine girtin.

Di nav wan girtiyane de Şaredarê bajarê Sirtê berçav dikewe ku bi sûça peywendî li gel giropên dijî Tûrkiyê hatiye girtin.
Demeke şopa girtina welatiyên Kurd li Kurdistana Tûrkiyê ji aliyê hêza ewlehî yên wî welatî dest pêkiriye.

Demek berî niha, rojên 23, 24, 25’ê Çiriya Paşîn, 54 havwelatiyn Kurd li çendîn bajarên Şirnax, Hekarî, Ezmîr , Şemzînan girtine û jibo nawendên ewlehî ênTirkiyê hatine şandin.