Mistefa Hicrî
Piştî şoreşa gelên Îranê (1979), herçiqas pêkhateya desthilata paşayetî ji aliyekê ve hilûşiya, lê binaxeya sitema neteweyî û perawêzxistina netewên bindest ên din li ser bingeha ostûreya Îrana bastan û îdolojiya mezhebî ya Şîe û Fars, şêwazeke nû bi xwe ve girt.
Di detpêka wê qonaxê de, navend car din xwe pênase kir û rehendên tundûtîjî û jinavbirin û serkut, bi awayekî sîstematîk berfireh kir.
Encama siyaseta înkarkirin li hebûna netewan, heta hewildan bo kêmînekirina wan û heta asta qewareya qewmî û hûrde çand, eva bû ku mafê jiyan, mafê azadî, pirsa serwerî ya netewan, pirsa demokrasî û heta azadiyên destpêkî, bî dîdeke ewlehî û gef bo ser asayişa neteweyî mêze kiriye. Ev dîdgahe jî, di rastî de bûye metirsî bo ser man û asayişa neteweyî ya netewên sitem lê kirî.
Tundûtîjî û serkuta sîstematîk, hemû warên jiyanê asteng kiriye. Li Rojhilata Kurdistanê, ew tundûtîjiyane bi fermana cîhada Xomêynî, avaker û rêberê Komara Îslamî, li jêr navê şerê pîroz, bi hênceta ayetên Quranê û baskirina Îslamê, deest pê kir, ku heta niha jî berdewam e û heta rehendên şereke nerim jî ji xwe ve girtiye û bûye stratîjî û siyaseta fermî ya mîratgerên Xomêynî.
Cudahiyeke ber çav a wê tundûtijiyê li Kurdistan û herêmên din ên Îranê wiha ye, ku hekî li cihên din ew xelkên ku bi neyar û cudabîr dizanin, rastî êrîş û hepsîkirin, îşkence û îdamê tên, di Kurdistanê de jî hevşêweyên wan xalan, dîrok, nasname, kultûr, ziman û bi giştî jîngeha netewa Kurd rastî êrîşeke hemû alî ye ku dawî armanca navendê, helandin û bêdengîkirina rizgarîxwaziya Kurd bûye.
Rewşa niha ya Kurd û rewşa Navendê
Tevî jîngeha daxistî û bi ewlehîkirî û rewşa serkut û tundûtîjî li Îranê bi giştî û bi taybetî di Kurdistanê de, li pêwendî digel armancên xwe li navxwe û derveyê welat bi bimbest gihîştiye.
Wek behskirin li ser wê siyaseta şikestxwarî, ez wisa dizanim ku rejîm li siyasetên xwe li hember bi yekeya netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, her ji destpêkê ve bê encam maye.
Hêviya azadî û gihîştin bi mafê neteweyî ku heman serweriyan Kurd e bi ser axa xwe de, berdewam û rû li geşekirinê ye. Pêdagirî li ser nasnameya neteweyî, gewhera tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurd bûye. Berengarî û berevaniya neteweyî, rê nîşanderê wê tevgerê bûye.
Dagîrkariya rejîma Îranê jîngeha Kurdistanê ber bi jinavbirinê ve biriye çavkaniyên avî û kaniyên wê bi merema avedankirina navendê talan kiriye. Herwisa di niha de naberanberiya civakî bi sedema siyasetên çewt ên rejîmê, civatgeha Rojhilatê ber bi civatgeheke neyeksan û tijî li teperî ve biriye. Hejmar û asta hepsiyan, şehîdên jîngehê û serkuta dengê jinan û xwendekaran û çalakvanên medenî, îdam kirin û teror û bêserûşûnkirin û tepeserî, hekî çi evane belgen bo îsbatkirina tawanên rejîmê, lê di heman demê de, nîşaneyên berdewam bûn û xweragiriya wê neteweyê ye ku serê xwe li hember zilim û stem û bindestî netewandiye.
Li derheq rewşa giştî ya Îranê, rejîma Komara Îslamî di dîdgeheke giştî de wek dewleteke şikestxwarî bi hejmar tê ku şiyana îdarekirin û birêvebrriya welat nemaye. Heger jî şiyan mabe girêdayê ye bi razandin û bikaranîna hêza serkut û leşkerî di navxwe û derveyê welat de. Şik di wê de nîne ku rejîmeke “nemûtearif” a wekî Komara Îslamî bi sedema komek krîzên komêserhevbûyî û pirsa çaresernekirin di navxwe û derve de hatiye dorpêşkirin.
Gendelî û tawanên hikûmet û desthilatdaran, asta xelkê nerazî, dengê şeqaman, givaşa bêkarî û nebûna derfeteke jiyana asayî bo piraniya xelkên Îranê û sedan arîşeyên din, rejîm ber bi bimbestekî îdarî û berêveberî ve biriye. Ew rewşe wisa kiriye ku mafê jiyaneke detpêkî di wê welatê de neyê misogerkirin. Belkî krîz wateya sereke be ku bo lêkdana rewşa bimbestî ya niha alîkar be. Krîz li birêveberî, krîz li siyaseta navxweyî û li siyaset derveyî, rejîm xistiye nav tengahiyê, bi curek ku krîz bi krîz bi rê dike.
Eger Komara Îslamî di hewlê de ye wekî aliyeke “hêjmunî” ya deverê, hewze û binkeyekê bo xwe pênase dike, lê bi sedeme kempeyna ceza û dorpêçên Amerîkayê, bê şiyan maye û pareke zêde ji çavkaniyên darayî û hewalgêrî û leşkeriyên wê, heta di asta hevalbend û girûpên girêdayê Komara Îslamî di Îraqê, Sûriye, Lubnan û Yemenê de ku mijûlê şer in bo rejîmê, rastî krîzê hatine; Bi taybetî ku niha, wekî berê dabînkirina bûdceyê bo girûpên çekdar ên girêdayê xwe nemaye û hemû rastî astengiyan hatine. Bilî wê fakterê, di welatên wekî Îraq û Lubnanê de, li dijî mudaxilekirina Îranê di nav welatên wan de hatine ser şeqaman û daxwaza derxistina hebûna Îranê di welatê xwe de dikin. Li welateke wekî Sûriye ku Îran bi hewzeya nifûza xwe zaniye, di heyama du salê derbasbûyî de bi dehan û sedan car binkeyên leşkerî û berjiwendiyên wê bûne armanc û bilî dermankirin, şiyana berevaniyê li xwe nemaye.
Çavkaniyên cihê baweriyê îşare dikin ku ew êrîşane ji aliyê Îsraîlê ve tê kirin; Welatek ku hertimî rastî gefxwarina berpirsên rejîmê hatiye û silogana reşkirina wê welatê li ser cugrafiyayê didin. Heta ew êrîşane li ser axa Îranê jî dûbare dinin û binke û damezrawên etomî û leşkerî û stratîjiyên dibine armanc.
Rejîmek ku hêviya wê avakirina “Em El-Qura” a Îslamî di deverê debû, di heyema dîroka xwe de bi wê astê lawaz û bê deretan nebûye. Rewşek ku li dever û li nav hin welatan de di gorê de ye, encama siyaseta fitneyî û pîlangêrî û mudaxilekirina rejîmekê ye ku niha ne tenê bi xwe, belkî Îran jî bi xwe ve mijûl kiriye. Rejîmek ku saman û dewlemendiya welat kir bi xercê şandina şoreşê, niha çavnhêrê şoreş û serhildana qurbaniyên wê siyaseta xwe dike ku xudê xelkê Îranê ne. Her wekî ku di heyama wan çend salên derbasbûyî de mencên kîn û kerba xelkê bêzarbûyî yên wê welatê, hebûna rejîmê heta sînorê (pêka gotina xudê berpirsên rejîmê) erdhejeke siyasî û şoreşa seraserî biriye.
Di wê rerwşa krîz de, meydana çêbûna serhildan bo nerizayetiyan zêdetir e û hevdem metirsiya serkuta zêde jî tê pêşbînîkirin. Niha ku bêbawerîbûn bi hikûmetê û bêhêvîbûn bi jiyana asayî wekî sîberekê tarîtiyek bi ser wê welatê de hatiye û çavnhêriya ti çareseriyekê bo nayê kirin, rejîma Komara Îslamî, bo mana xwe amadeyê hemû core tundûtîjiyek û serkut û nirxekê ye. Îşarekirin bi wan amadekariyan li derheq Kurdistanê rohntir e. tenê di 7 mehên derbasbûyî de, 92 kes li Rojhilat bi tohmeta çalakiyên medenî, siyasî û mezhebî, ceza bi ser wan de hatiye sepandin. Îdama Hidayet Ebdulahpûr, Sabir Şêx Ebdulah û Diyako Resûlzade û cezaya hepsa dirêj heyama bo Husên Usmanî û Zara Mihemedî û berê jî cezaya hepsa heta hetayî bo Zeyneb Celaliyan, tenê çend mînakik in.
Lê dîroka Komara Îslamî îsbat kiriye ku ew siyasetên çewt û tundûtîjiyane hawara wê de naçin. Bi berdewamiya dehikên derbasbûyî, Kurd li Rojhilat xwe wekî netewyeke bê hakimiyet bînîye. Her di vê derheqê de jî yek ji armanca sereke, siyaseta serkut û asmîlasiyona navendê bûye. Di vê derheqê de, bi pêdagirî li ser misogerbûna serweriya xwe bi ser axa xwe de, tekezê jî dike ku nîşaneyên “demokarsî” û bingeha pêkhatina desthilat û herwisa wateya civategeha Îranê, dibe ji nû ve bêne pênasekirin. Bi bê wê pênasekirinê, ew core sîstema dagîrkarî ya navxweyî a wê berdewam dibe, her lewma ew core pêwendiya dagîrkerî, dibe li destpêkê li navend bê herifîn, heta rê bo bi hev re jiyana dilxwazane û aştiyane bê amadekirin. Bo wê armancê, Kurdistan li ser pê dimîne û bo gihîştin bi serwerî û pêçandina Komara Îslamî nirxeke zêde dide.