Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hevdîtinekê de PDK Îranê û “HAK-PAR”ê rewşa Kurdên Îran û Turkiyê şirove kirin

21:50 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Di hevdîtina navbera du heyetên PDK Îranê û “HAK-PAR”ê de rewşa Îran û Turkiyê bi taybetî Kurdistanê xistin ber bas û şiroveyan.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 2’ê Hezîrana 2012’an, heyetek “PAK –PAR”ê bi serperestiya birêz “Kemal Borkay” seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir û ji aliyê heyta PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî ve hat pêşvazîkirin.
Di destpêka civîna han de birzê “Kemal Borkay” rwşa siyasî a dever û bi taybetî Turkiyê û guhertinên Kurdistana Turkiyê şirove kirin û di vê baweriyê de bû ku tevî hin gavên “Partiya Dad û Geşe” di pêxema guhertinan de di berjewendiya Kurdan di wî welatî de da zanîn, lê amaje kir ku weke hewce ninin û gerek karê pêtir bihê encam dayîn.
Kemal Borkay hêviya xwe nîşan da ku şerê çekdarî û êrîşên Turkiyê bidawî werin û di riya dan û sitandinan de pirsa Kurd di wî welatî de were çareserkirin.
Kemal Borkay PAK –PAR ê serkevtinên herêma Kurdistanê bilind nirxandin û hêvî xwast ku pirsgirêkên herêmê li gel hukûmeta navnedî a Bexdayê bihên çareserkirin.
Piştre birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, rewşa Îranê, rejîma Komara Îslamî, rewşa Kurdan û PDK Îranê û opozîsyona Îranê di pêvajoya xebata niha de ji heyeta mêvan re şirove kir.
Birêz “Hicrî” herweha hêvî xwast ku pêşkevtinên Turkiyê bihên cihgîrkirin û qadek ji dabînbûna mafên Kurdan li Turkiyê de xweş bibe.