Kurdistanmedia: Li gor amarên saziya çavdêriya mafê mirov a Sûriyê, di heyamê 24 demijmêrên derbasbûyî de 136 kes hatin kuştin ku piraniya wan kuştiyane akinciyên bajarê Helebê ne.
Li gor rapora saziya çavdêriya mafê mirov a Sûriyê, di şer û pevçûna navbera rejîma Beşar Esed û muxalifên rejîma Sûriyê de, li 24 demojmêrên derbasbûyî de 136 kes hatin kuştin ku di nav wan kuştiyane de 6 zarok û 3 jin hen.
Herwiha di encama şer û pevçûnên navbera hêzên Beşar Esed û muxalifên rejîma Sûriyê 40 kes li bajarê helebê hatin kuştin û bi sedan kes jî bi tundî hatin birîndar kirin.
Herwisa di vî şer û pevçûnê de 40 leşkerên rejîma Esed hatin kuştin.
Di vê pêwendiyê de li gor amara hatî tomar kirin ji aliyê Navenda Çavdêriya mafê mirov a Sûriyê di destpêka şer û pevçûna Sûriyê de, heya niha pitir ji 150 hezar kes hatine kuştin.
Amara han di demekê de tê bilav kirin ku zêdeyî 3 sale ji şerê Sûriyê derbas bide û ew şer û pevçûna her berdewame.
Di vê pêwendiyê de li gor amarên saziya çavdêriya mafê mirov a Sûriyê, di nav 150 hezar kesan de, heya niha 8 hezar zarok di wî şerî de hatine kuştin.
Ji wê hajmar kesên ku li Sûriyê hatine kuştin, 37 hezar û 800 kes ji opozîsyon û 51 hezar û 212 kes hemwelatiyên sivîl hatine kuştin.
Herwiha 58 hezar û 480 kes ji hêzên rejîma Sûriyê hatine kuştin ku çendîn ji wan hêzên Hibullaha Lubnanê bûn e .
Rejîma Îslamî ya Îranê û Lubnanê bi alîkariya rejîma Beşar Esed rûleke hestyar di tepesekirin û kuştina xelkê Sûriyê de heye.
Bi gotina çarvêriya mafê mirov a Sûriyê nasnameya 2 hezar û 871 kuştiyan nehatiye zanîn.
Heya niha zêdeyî 7 milyon kes ji xelkê Sûriyê koçberên welatan bûne û mala xwe terkadin e ku piraniya wan penberan li welatên derdora vî welatî de rûniştî ne, ku li welatên weke Îraq, Turkiye û Lubnanê dimînin û piraniya Kurdên Kurdistna Rojava li Herêma Kurdistanê akincîne.