Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyvekê de 18 hemwelatiyên Kurd hatin girtin

16:25 - 22 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di meha derbasbûyî de, 18 hevwelatiyên Kurd di Kurdistana Îranê û deverên Kurdakincî yên Îranê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di heyva Xakelêweya 1392’a Rojî de, 18 hemwelatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve di bajarê Kurdistanê de hatin girtin.

7 kes ji wan 18 hemwelatiyane bi sûça encamdana çalakiyên mezhebî li Bokan û Mihabadê hetine binçav kirin ku ji cihê ragirtina wan tu agahiyek nehatiye bilav kirin.

Tometa 11 hevwelatiyên din jî eşkere nine, lê îtimala ewê heye bi tometa ewlehî sûçdar bikin, jimkî piraniya wan ji aliyê hêzên Ewlekarên rejîma Îranê ve li bajarê Sine, Seqiz, Sewlawa, Mihabad, Riwanser û Qûçanê hatine girtin.

Cirê destbisrkirina wan hemwelatiyane bi awayeke nayasayî bûye û hêzên Emniyetî û Îtilat yên rejîm di piraniya heletan de, bê hayîdarkirin û bê moleta yasayî rijiyane nav mala wan hemwelatiyane û serbarî bêrêzîkirin, alavên şexsî yên wan jî tevî xwe birin e.

Ew serhejmarane rêjeyî ne û seba nebûna medyayên serbest û serbixwe û mafên mirov di hundirî Îranê de, dibe ew amara zêdetir be.