Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Kurdistana Îranê de hejmarek kempên ji bo harîkarîkirina awarên Şengalê pêk hatin

21:27 - 13 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Piştîwaniya Kurdên Şengal û Kûbanê li bajarên Kurdistana Îranê bi rêxistina kempên û komkirina harîkariyên mirovî berdewam e.

Li gor rapora Kurdistanmedia, piştî êrîşên terorîst yên Xîlafeta Îslamê bo ser bajarê Şengalê û awarebûna hemwelatiyên Îzidî yên vî bajarî, herwiha penahbirina wan bo çiyayê Şengalê, hejmarek kempên di bajarê Kurdistana Îranê de bo piştîwanîkirin ji wan awarane pêk hatin.

Di heyamê çend rojên borî de, kempênek bi navê Şengal tenê nine û Şengalê bi tenê nehêlin, bi komkirina harîkariyên xelkê bajarê Ciwanro bo awarên Şengalê, ji aliyê sazî û çalakvanan ve hat ava kirin û niha jî dirêje heye.

Raport bas ji vê yek dikin ku ew hewla mirov dostane bi awayeke xwezayî ji aliyê çend hemwelatiyekî bajarê Ciwanro ve hatiye lidarxistin.

Ew kempêne ligel pêşwaziyekî berçav a xelkê bajarê Ciwanro rûderû bûn.

Herwiha li bajarên Pawe, Serdeşt, Selmas û Merîwanê jî bo harîkarîkirina Kurdên Kûbanê û Şengalê kempên û komkirina harîkariyên mirovî hatine avakirin.

Hemwelatiyên Kurd yên Kurdistana Îranê bi awayeke xorisk piştîwaniya xwe ji Kurdên Şengal û Kûbanê derbirîn û niha jî her dom dike.