Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha Remezanê de beşek zêde a daristanên devera “Manişt” a Îlamê jinav çûne

17:24 - 14 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Seba hat û çû nekirina çiyageran di meha Remezanê de li devera “Manişt” a Îlamê, beşek zêde a daristanên kevnar û dîrokî ên wê deverê bi sedemên narohn hatiye jinavbirin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Mêhr”, di meha Remezanê de 200 bin darên kevnar ên darsitanên devera “Maniş” a ser bi parêzgeha Îlamê bi sedemên nerohn hatine jinavbirin.

Devera “Manişt” deverek daristanî a siroşî li çiyayên Zagros e ku seba hebûna çendîn curên dar û giyayan ji girîngtirîn paşkevtên siroştî ên parêzgeha Îlamê tê hejmar û di rojên Remezanê de ku hat û çûya çiya geran li wê deverê nebûye, bi sedemên neroh 200 bin ji darên kevnar ên wê daristanê hatine jinavbirin.


Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê