Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di navenda 3’a Kurdistanê de 22’emîn salvegera terora Mîkonûsê bilind hat nirxandin

16:29 - 19 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma 22’emîn salvegera şehîd kirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî di Navenda 3’a Kurdistanê de bi rêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di roja Pênçşemî 18’ê Îlona 2014’an de, rêûresm bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo canê paqij yên şehîdên riya rizgariya Kurdistanê û bi xasmanî şehîdên Mîkonûsê, bi rêve çû.

Piştre peyama navenda 3’a Kurdistanê di pêwendî ligel salvegera terora Mîkonûsê ji aliyê Êdrîs Hurmuzî ve hat xwandin.

Di birga din a rêûresmê de sirûdek ji aliyê ciwanên Navenda 3’a Kurdistanê ve hat pêşkeş kirin.

Peyama komîteya Ciwanan û Jinan li Navenda 3 ji aliyê Zekiye Sidqî ve hat xwendin.

Di dirêjahiya rêûresmê de Huhên Hesenniya helbestek bi vê bonê pêşkeş kir.

Di dawiyê de sirûdek ji aliyê kora mûzîk a PDKÎ ve hat pêşkeşkirin.