
Di piraniya bajar û parêzgehên Îranê de qatên curbicure civakê wek Kirêkar, fermanberên xanenîşînkirî, mamosta, perestar, dest kirine bi mangirtinê û kombûnên nerizayetiyê.
Di demekê de ku pitir ji 2 mehane hezaran kedkarên Neyşekera Heft Tepe û Hipko û kirêkarên dehan Palavtingehên Neftê û petroşîmiyê man girtine naçne ser kar û kombûnên nerizayetiyê birê dêxin, di rojên Înê û Şemiyê de kedkar û xanenişînkirî û mamosta li piraniya bajaran de kombûnên nerizayetiyê pêk anîn.
Roja Înê ve mangirtinê li Parêzgehên Îlam û Kirmaşanê, li Rojhilatê Kurdistanê jî dest pêkir.
Roja Şemiyê sedan kirêkarên Şirketa palavtina Gazê li Îlamê û şirketa petroşîmiyê dest kirne mangirtinê û heya dema amadekirina wê nûçeyê, mangirtina wan berdewame.
Roja Şemiyê 15ê Tebaxê sedan kes ji fermanberên xanenişînkirî li parêzgehên Tehran, Tewrêz, Meşhed, Ehwaz, Urmiye, Kirmaşan, Îlam, Isfehan, Reşd û bajarên girêdayî bi wan parêzgehan, ber derê îdara berhewiya civakî ankû “Teemîn Ictimaî “ kom bûn û nerizayetî dane kifşê û diruşm dan.
Her di roja Înê û Şemiyê kedkarên rêka Asin li çendîn parêzgeh û bajaran weke: Xurasan, Neyşabûr, Tehran, Kerec ê, ji mangirtiyê seranserî zêde bûn û dest ji kar berdan û kombûnên nerizayetiyê pêkanîn.
Mangirtin di nava qatên cudacudaye Îranê de, vedigere bo ser kêmiya heqdest û hiquq, paşte ketina hiquq, nebûna beravirda civakî, berçav negirtina daxwazan ji aliyê rejîmê, piştguh havêtina jiyana xelkê Îranê û bitaybetî qata zehmetkêşe welat.
Rejîm zelûl û damawî maye û şiyana çareseriya çi yek ji pirskirêkên welat çinîne û welata berdaye “bi emanê xuda” û tenê li xema teyarkirina girûpên terorîstiye bîhanî deye.