Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di rojnameyeke Otrîşî de terora Dr. Qasimlo di wî welatî de bi rûpeleke reş daye zanîn

14:43 - 21 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Rojnameya Otrîşî bi navê “Diepresse” baseke kurt li ser pirtûka Nesrîn Qasimlo hevjîna Dr. Qasmlo bi navê “Ewropiyek li welatê Kurdan” kir û terora Dr. Ebdulrehamn Qasimlo li welatê Otrîşê de bi lapereyeke reş di dîroka Otîşê de daye zanîn.

Li gor malpera Kurdistanmedia, li rojnameya Diepresse ya Otrîşî de basa şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî li welatê Otrîşê dike û herwuha baseke kurt jî li ser naveroka pirtûka “Ewropiyek li welatê Kurdan” ku Hêlên Kirûlîç naskirî bi Nesrîn Qasimlo hevjîna şehîd Dr. Qasimlo nivîskarê vî pirtûkê ye, dike.

Di rojnameya Diepresse wuha hatiye nivîsandin: Ewa yek ji rûreştirîn lapereya dîrokî a serdemê Otrîşê ye. Di 13’ê Tîrmeha 1989’an de sê siyasetvanên payebilin yên Kurd ên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di avahiyekê de li bajarê Viyenê paytextê Otrîşê tevî sê nûnerên rejîma Melayên Îranê bo encamdana gotobêjeke nepenî rûniştin dikin.

Ew rûniştina ku weke gotubêjeke aştî hatibûn bernamerêjîkirin, lê di rastî de dawiyek bû bo sê siyasetvanên Kurdan û bi destê wan sê dîplomatên terorîstî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn, hatin terorkirin.

Di pişeşkî din a vê rojnamê de hatiye: Gellek zû karî kujerên Dr. Qasmlo û Hevalên wî peyda bikin, lê bi sedema berjewendiya siyasî û aborî û herwuha gefên rejîma Îranê bi ser Otrîşê ku eger wan kujerane azad neke, cane welatiyên Otrîşî li Tehranê de dikeve metirsiyê, ew terorîstene bo Tehranê hatin şandin, bi navbangtirîn kesayetiyê ku di wê terorê de cane xwe ji dest da Dr. Qasmlo bû ku hevjîna wî Nesrîn Qasmlo piştî wê terorê hewleke zaf bo derxistina rastiyan û çespandina dadperweriyê da, lê bê encam bû.

Hêlên Qasimlo bîreweriyên xwe tevî Dr. Ebdulrehman Qasimlo di pirtûkekê de bi navê “Ewropiyek li welatê Kurdan” nivîsandiye û niha xistiye ber dest xwedevanan.
Nesrîn xanim di pirtûka xwe de basa çawaniya naskirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo di Piragê de dike û çawan tev wî jiyana hevpar pêk aniye. Tevî wî bo Kurdistanê çûye û ligel jiyana civaka nikatîv û mêrserdestî da xwe rê aniye.

Herwuha basa vê yekê dike ku Kurdan hêviyeke gellek ji Qasimlo hebûn û hewla birêvebirina otonomiyê jê re didan û plana yeketiya navbera hemû parên Kurdistanê de bû.

Hêlên Qasimlo bas ji çawaniya destbiserde girtina Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê dike û herwuha nivîsandiye ku çawan rejîma Îranê karî Dr. Qasimlo li Viyenê teror bike.

Di dawiyê de basa bi berçavgirtina rewşa niha ya Kurdan li Sûriyê û Îraqê dike û herwusan nivîsaniye ku girîngiya xwendina xebata Kurd li Kurdistana Îranê bê kirin ku çawa hewla rizgariya xwe didin. Herçend heya niha bêencam maye! Herwuha çawan wî demî rojava û pêş ji hemûyan Otrîş jiber teror û berjewendiya aborî di hemberî rejîma Îranê bêdeng man.