Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di şer û pevçûna navbera welatiyên gundê Delo û hêzên Leşkerî yên rejîm de 15 kes birîndar bûn

19:27 - 13 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Bi sedema hicûma hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê bo ser rûniştiyên devera Delo a Urmiyê seba pirsgirika avê, 8 kes ji xelkê gund û 7 kes ji hêzên rejîm hatin birîndarkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, demijmêr 10’ê sibêdeya roja Sêşemî 6’ê Çileya Paşîn a 2015’an, nêzî ji 300 kes ji hêzên çekdar yên rejîma Îslamî ya Îranê êrîş kirine ser xelkê gundê Delo ya ser bi devera Dolê a bajarê Urmiyê ku tevî dijayetiya xelkê vî gundî rûderû bûn û ew şer û pevçûna demijmêr 3 paş nîvero dirêje kêşand ku di encam de 8 kes ji xelkê gund û 7 kes ji hêên rejîm hatin birîndarkirin.

Gorî raportê, hêzên rejîm bi hinceta tepeserkirina xelkê Delo sikalaya xelkê gundê Derbendê bo ragirtina ava vexwarinê ya gundan ku çavkaniya vê ji gundê Delo ye hicûm kirine ser wan welatiyane. Bi sedema xemsariya rejîm ya enqest li hember lêdana bîrên kûr yên avê bo nav bax û mezaran de, kêmbûna av û nebûna ava vexwarinê welatiyên gundê Delo naçar mane ava ku bo gundê Şehîtanava û Derbendê diçe rabigrin.

Peyamnêrê malpera Kurdistanmedia di wê pêwendiyê de ragehand ku rejîma Îranê di 36 sal destilatdariya xwe de siyaseteke sîstematîk ku bi eşkereyî di navê civaka Kurdakincî de birêve biriye eva ye ku bi çêkirina seqayeke nasayî ku bi arîşeyên biçûk biçûk ên civatî, ajawegerî, têkdan û çêkirina pirsgirikên cur ba cur bo welatiyên Kurdistanî çê bike û nabvera hemwelatiyên Kurd li deverên cur ba cur ên Kurdistanê de şer û pevçûnê bîne gorê.

Bo mînak pisgirikên xelkên Kurdistanê li ser çemê Cexetû, Aleşîna Bokanê Deştebêl, geliyê Qasimlo, Mirgewer û gellek mekanên din bo rejîma Îslamiya Îranê bûye ezmûnek û vê rastiyê eşkere dike ku eva rejîm e xelkê han dide ku di navbera wan de tondotîjiyê çê bibe.

Hêjayî gotinê ye di çend salên dawiyê de, ava vexwarina bajarê Urmiyê kêm bûye û hikûmeta Îslamiya Îranê dixwaze bi riya veguhestina avê bi destê zorê (ji cihê kêmek av heyî) vê kêmasiyê çereser bike.

Xemsarî û nebûna midûriyeteke şarezarî û karnasî, zuha kirina gola Urmiyê bi pey xwe hişt ku ji pirsgirêkên sereke ên bê aviya li Urmiyê tê binav kirin.

Di raporteke din de hatiye ku piraniya akinciyên derdora bajarên Urmiyê ji rewşa xirab û bêhn genî bûna ava vexwarinê rexne girtibûn û gotibûn: Ew av heya bo hemam kirinê jî nayê bikar anîn.

Di destpêka dewleta “Dehim”de planek jêr navê pêşnûmeya ava Xedîr, behsa vê hat kirin û destpêkê li parêzgeha Xuzistanê ku di asta here bilin a bêaviyê de ye, biryara cîbicî kirin vê hat dayîn lê encamek bi xwe negirt.