Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di şerê hundirî Sûriyê de pitir ji 150 hezar kes hatiye kuştin

14:49 - 3 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Li gor amara hatî tomar kirin ji aliyê Navenda Çavdêriya mafê mirov a Sûriyê, heya niha di şerê hundirî Sûriyê de pitir ji 150 hezar kes hatiye kuştin.

Li gor nûçegihaniya Feranse û serhejmariya hatî bilav kirin ji aliyê Navenda Çavdêriya mafê mirov a Sûriyê, di destpêka şer û pevçûna Sûriyê de, heya niha 150 hezar û 344 kes hatine kuştin.

Amara han di demekê de tê bilav kirin ku 3 sale ji şerê Sûriyê derbas bide û ew şer û pevçûna her berdewame.

Li gor wê amarê, di nav 150 hezar 344 kesan de, heya niha 8 hezar zarok di wî şerî de hatine kuştin.

Ji wê hajmar kesên ku li Sûriyê hatine kuştin, 37 hezar û 800 kes ji opozîsyon û 51 hezar û 212 kes hemwelatiyên sivîl hatine kuştin.

Herwiha 58 hezar û 480 kes ji hêzên rejîma Sûriyê hatine kuştin ku çendîn ji wan hêzên Hibullaha Lubnanê bûn e .

Rejîma Îslamî ya Îranê û Lubnanê bi alîkariya rejîma Beşar Esed rûleke hestyar di tepesekirin û kuştina xelkê Sûriyê de heye.

Bi gotina çarvêriya mafê mirov a Sûriyê nasnameya 2 hezar û 871 kuştiyan nehatiye zanîn.