Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di welatê...

18:24 - 12 Adar 2014

Şehab Xalidî
Cinayet di zanîngehan de


Di welatê me de, ne tenê berpirsyarên dewletî û dezgeha dadweriyê bo girtina tawanbaran çalak ninin, belkû ew di warê serkut û zulm û zordariyê û pêkanîna bûyerên bi şik û guman de gellek çalak in.

Mînaka herî dawiyê di vê derheqê de, kuştina Şeyda Hatemî xwendekara Kurd, di zanîngeha Nazlûyê ya ser bi Urmiyê de ye. Bêguman bilez hilgirtina termê navbirî û bilez veguhastina termê wê bo nexweşxaneyê, û pêşgirî ji lêgerîna li cihê kuştina wê, şik û gumana vê yekê zêde dike ku destê berpirsayrên rejîmê di vê cinayetê de hebe. Bi taybet dema ku em dibînin ji bilî Şeydayê,keçeke Kurd ya xwendekar bi navê Seher Çoynî, xwendekarê bi navê Koroş Sofiye, û xelkê Sinê, bi awayekî cihê şik û gumanê canê xwe ji dest dan.

Li gorî nasyariya ku me li ser deshilatdarên rejîma Îranê heye, dûr nine ku çavê wan ba negre ku bibînin keç û xortên Kurd weha rû li zanîngehan kirine, û deshilatdarên rejîmê vê yekê meztirîn metirsî bo ser deshilata xwe dizanin.

Lê niha erkên li ser milê keç û xortên Kurd ji her demekê girantir e. Ew dibe bi yekdengiya xwe û piştgiriya malbata Şeydayê di vê qonaxa hestiyar de, vê peyamê bidne rejîma Îranê ku hekî ew dadperwer in, bila heya eşkerekirina bikujan dest ji hewlên xwe hilnegrin.

Herwisa vê peyamê bidin wan ku ew ne tenê dev ji xwendinê bernadin, belkû ewê xwendegehan jî bikne qada xebat û tekoşîna bo gihîştina bi mafên xwe yê mirovî.

Em hêvîdar in ku gelê Kurd bi yekîtiya xwe destên li pişt vê cenayetê eşkere bikin, û riha Şeydaya canemerg û xwendekarên din ên Kurd, ku qedera wan jî wekî ya Şeydayê bûye, şa bikin.