Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijberên rejîma Beşar Esed li Hemayê yekîtiya xwe ragihandin

15:09 - 3 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Dijberên rejîma Beşar Esed pêkhatî ji girûpên çekdar û komîteyên xelkî di parêzgeha Hemayê de ragihandin ku ji bo bebirûbûn li gel siyaseta tepeserkar a rjîma Esed hevgirtin.


Li gor rapora malpera “Elerebiye”, li paygeha dijberan li nêzîk sînorê Turkiyê û Sûriyê, ji televîzyona “Elerebiye” hat ragihandin: “Yekîtiya dijberên rejîma Sûriyê li bajarê Hema di yek ji paygehên dijberan û bi amadebûna nûnerên Encumena Nîştimanî a Sûriyê pêkhat”.
Eva di halekê de ye ku Erteşa Beşar Esed ji bombebarana deverên jêr konterola dijberan de li dedora Şamê berdewam e.
Dijberên rejîmê dibêjin ku rejîma Esed dixwaze bi bombebarana deverên han xelkê neçar bi penaberiyê bike û piştre bixwe derbasî wan devran bibin.
Komîteya Hevahengî a Şoreşa Sûriyê ragihand ku siyasetên tevlîhevker a rejîma Esed di deverên jêr konterola dijberan yek ji bernameyên sîstematîk a rejîmê ye ku didomîne.
Şahidên bûyeran dibêjin ku deverên Hums û Hemayê wêran bûne.
Şerr û pevçûn li devera Hemdaniye a Helebê de berdewam in û herweha kanala nûçegihanî a Şamê ser bi dijberan ragiahndiye ku îro Çarmşemî du teqînên bihêz bajarê Helebê hejandin.