Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîktatortir ji bavê xwe

17:46 - 5 Hezîran 2022

Nûredîn Sofîzade

Rast li devedevê serhildana xelkê Îranê bi dijî dîktatoriya rejîma Îslamî û hevdem digel berfirehtirbûna roj bi rojê ya xwenîşandanan û li demekê de ku egera hindê heye ji nişkê ve şoreş û serhildaneke seranserî di Îranê de çêbibe û tex û bextê axûndên deshilatdar tev bipêçe û bihavêje nava kulfengê dîrokê, Riza yê kurê Mihemedriza Şahê gor bi gor, cehdê dike xwe wekî rêber û alternatîvê piştî Komara Îslamî bide xuya, û peyaman dide û wisa diaxive ku goya rêber û diyarîkerê hêla xebata xelkê belengaz ên Îranê ye.

Lewma hewce ye ku her di niha de ev kurê dîktatorê berê berteka xwe wergire û dibe hem ji aliyê xelkê rojreş ên Îranê ve û hem ji aliyê hêz û aliyên siyasî yên xebatkar û demokrat û bi taybet tevgêra netewên bêmaf ên Îranê ve bersiva xwe wergire.

Hemî kes dizane ku di sala 1979an de, gelên bindest ên Îranê wekî Kurd, Belûç, Ereb, Tirkemen û Azerî bi hegera xwinmijî û dîktatorbûna rejîma Paşayetî serî hildan û şoreş kirin û karîn rejîma Şah sernixûn bikin, da ku hivî bi wê hindê hebûn belkî bi nemana wê rejîma zalim, bikarin bigîjne maf û azadiyên xwe û xelkê Îranê jî hewayekî azad a siyasî hilmije û her bixwe bikarin li birêvebirina welatê xwe de rol bilîzin.

Gelên bê maf ên ku pêkhênerên welatê Îranê ne, bi wê hivyê wisa dizanîn ku renge piştî nemana dîktatoriya Paşayetî ev jî bibine xwediyê mafê wekhev ên welatîbûnê û kultûra dîktatorane ya yek ziman, Yek şand, yek ala, yek welat, yek milet nemîne û Îran bibe ya hemî cudahiyan.

Xelkê Îranê li ber hindê rejîma dîktatora Şah sernixûn kirin ku êdî tenê kesek bedela hemî xelkê Îranê biryarê nede, tenê malbatek hakimê hemî Îranê nebe, serwet û heyiya welat tenê li qorixa wê malbata sitemkar de nebe, dezgeha ewlehiya bi navê “SAVAK” ê xwîna xelkê nemije.

Li serdema bavê wî de, hemî azadiyek siyasî qedexe bû, baskirin ji pirsa mafê netewan qedexe û hikmê sêdarê li pey bû, baskirin ji hilbijartina azad qedexe bû, bersiva rexnegirtin ji deshilata Şah, mirin bû, Şah jî hemî xelkê Îranê bi ewd û xulam û xizmetkar û bindestê xwe dizanîn û wisa dizanî ku dibe xelk spasguzarê wî bin ku sîbera Şah bi ser wan de ye.

Rejîma Şah gelek xwinmijtir ji ya Îslamiya piştî xwe bû, hekî îro rojê Weliye Feqih xwe nûnerê Xwedê bi ser xelkê de dizane û jêve ye gotina wî xelk dibe wekî gotina Xwedê qebûl bike û her kesê berevajî bifikre, ewa kafir û “murted û faside” û bi sûçê şer li dijî Xwedê dibe bi mirinê bê cezadanê. Şahê gor bi gor jî li ser heman bingeha kite dîktatoriya xwe bi ser xelkê de sepandibû, wî jî tenê pileyekê xwe Xwedê kêmtir dizanî, wî jî digot Xwedê – Şah – Welat.

Hekî çi mixabin hemî deskevtên şoreşa bi dijî dîktatoriya paşayetî ji aliyê komek melayan û bi rêberiya Xumeynî ve dest bi ser de hate girtin, û xelk bi hegera nebûna ezmûna şoreşê û bi hegera leyîstina melayan bi hesta olî ve hatine xapandin, û negihîştine wan armanc û xweziyên ku şoreş jê re kirin, lê bê guman her li yekem rojên piştî hatina ser kar a rejîma Îslamî ve, naveroka dîktatoraneya rejîma Îslamî jî bo wan xuya bûye û ji hingê ve berdewam cehdê dikin wê dîktatoriyê jî sernixûn bikin.

Îcar em bêjine Riza yê kurê Şahê dîktator ku bila baş tê bigîje, kanê xelkê Îranê çi dixwaze.

Xelk û bi taybetî netewên bê maf ên Îranê piştî ceribandina 2 hikûmetên dîktatorî yên Paşayetî û Komara Îslamî, gelek ji mêj ve ye ku cehdê dikin û dixebitin ku carekî din şaşiyê nekin û hikûmeta rêberê kite kesî û merce`iyeta olî û Paşayetî û malbatî ku hemî deshilatan bêxe ber destê xwe, ducarî nekin, belkî gelên Îranê hinde hişyar û têgihiştîne ku dizanin êdî nabe bihêlin hemî deshilat di navendê de kom bibe. Xelkê Îranê bi giştî û gelên bê maf bitaybetî daxwazkarê hikûmetek azad û demokratîk in ku bikarin tê de bigîjine hemî mafên netewî, olî, çandî, siyasî, sinfî, qatî û cinsiyetî, ew mafane jî di demekê de dikarin bi dest ve werin ku hikûmetekî demokratîk û sîstemekî federal bête ser kar.

Kurê Şah ku ewa 44 sal e bi bê vê ku nasiyariyek li ser xebat û hizir û çand û hişyariya xelkê Îranê hebe û wî heyamî de serê wî li dîsko û qumarxane û “eyş û nûş”ê de bûye, bi wê xeyalê di demekî wiha de tê peyamê dide ku wisa dizane hakim e û dibe tenê xelkê Îranê di navbera wan 2 dîktatoriyan de yekê hilbijêre.

Gedê Şah hinde dûr ji hest û hizira xelkê ye û 44 sal e nizane ku di Îranê de çi derbas dibe, niha jî weke bavê xwe yê dîktator amade nîne îtirafê bi hebûna netewên wekî Kurd, Ereb, Tirkemen, Belûç û Azerî bike. Niha jî wan netewane bi tayfe û eşîret pênase dike, niha ku wekî kite kesekê dûr ji welat ve amade nîne basê maf û azadiyan û basê demokrasiyê û wek heviyê bike, îcar hekî ew kesê han rojekê bikare bigihîje ser deshilatê, çi şik û gumanek çinîne dê hem ji bavê xwe dîktatortir be û hem dê rûyê reş ê dîktatoriya Îslamî jî sipî bike.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine