Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîplomatê Îranê: rejîma Îranê hêzan dişîne Sûriyê

14:16 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Dîplomatek berê yê Îranê dibêje ku rejîma Îranê hêzên Hizbullah û “Cîşielmehdî” a çika Muqtedelsedir ku ser bi hêzên Quds ên Sipaha Pasdaran in, dişîne Sûriyê û gişt îmkanatan jêre dabîn dike.


Mihemedriza Heyderî Balyozê berê yê Îranê li Norwêjê, li gel Îran Anlaynê got: Di rastî de berpirsên rejîma Îranê vê yekê dişopînin ku ger berbirûbûnek leşkerî derkeve holê, li dervey sînorên Îranê û niha li deverên Sûriyê be ku bikare ji dûr ve derba xwe ji welatên Rojavayê bixîne.
Navbirî herweha rewşa niha a Sûriyê bi qada navbera rejîma Îranê û Rojavayê da zanîn û got: Xamneyî û şêvirmendên wî bi başî ji berbirûbûn tev Rojavayê de haydar in û baştirîn cih ji bo vê berbirûbûnê jî Sûriye ye ku bikare bi mifahsitandin ji pirsgirêkên abûrî ên Rojavayê û hilbijartinên Serokkomriya Amerîkayê, demê di berjewendiya xwe de biguherîne.
Wî zêde kir: Du armancên sereke ji bo hêzên ser bi rejîma Îranê di Sûriyê de hene, yekemîn ev e ku rejîma Beşar Esed bihê parastin, û duyem jî rejîma Esed ku mîna alavek di dest de ye, ji bo wergirtina îmtiyazan di basên bernameya navikî û kêmkirina tehrîman li ser xwe, mifahê bistîne.