Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîrok dijî Mirovahiyê

18:59 - 5 Gulan 2020

Kerîm Perwîzî

Sîstema koloniyalîstî a hakim li ser netewên zilmlêkirî, ne tenê niha dagîr dike, belkî hewla têkdana dîrokê û çewtekariya rastiyan dide û bi watayekî din dagîrkeriya niha, hewla dagîrkirina dîrokê jî dide.

Di vê hizirkirina îdolojiyê de, dîrok wekî komek bûyerên rastî bas nayê kirin, belkî di navbera bûyerên derbasbûyî de hindek ji wan hildibjêrin û bi mudaxilekirin bas jê dikin û li cem yek didanên û dîrokekî sexte lê diafirînin.

Ew dîroka sexte û direwîn li ser bingeha sedem û argomêntan ava kiriye, û bi vî awayî li ser bingeha direw, direwekê bi berdewamiya sîstemên dije heqîqetên xwe divehûne.

Di wê metoda çewtekarî de, heta piştî nemana desthiladariya xwe jî, dîroka çewtekarî ya çendîn salan dûbare û çendbare bi nifşên welat re dibêje û niha her kes di Îranê de pirtûkeke dîrokî bi zimanê xeyre Farsî bixwîne, bi giştî hemû sihir û „cadû“ya dîroka direw ya Îrana bastan û sedeyên piştî wê jî bo wê derdikeve.

Evên ku sîstema koloniyalîstî û bi nav rûnakbîrên girêdayî wê sîstemê, kesên wekî Firûxî li serdema Pehlewî û kesên ser bi Komara Îslamî jî yên wekî, Bêhnûd û Hecariyan û nivîserên Mêhrname û "Çeşm Endaz“ û...hwd ne, ku bi talankirina mêjiyê mirovan di nav civatgeha çend netewî ya Îranê de bûye ku dîroka wê tijî fitne û pevçûn e ku bi awayekê rêk dêxin ku nasnameyeke cuda bo mirovan biafirînin.

Di wê nasnameya sexte de, dibe Kurd Pêşewa û Komara Kurdistan û Partiya Demokrat bi destkirda welatên bîhanî nas bike û Rizaxan û Xomêynî jî bi qehrimanên milî!

Niha kesek wekî Zahidê kurê kûdetaçiyê salên 1332`an, Qasim Silêmanî yê terorîst pê qehriman e!

Çewtekarî di dîrok de hatiye kirin, desthilata Madan, desthilateke pîs nîşan didin û desthilata Hexamenişînan jî bi desthilateke cihê şanaziyê nîşan didin. Her di wê derheqê de ku desthilata Sefewî dikin bi şanaziya Îranê û desthilata Zendiyan jî bi aloz û cihê şermezariye!

Eva ku cem xwediyê wê hizrê girîng e, dîroka sexte berhem tîne da ku mirovên niha pê kedî bike.

Niha ne opozisiyon û partiyên derveyî welat, belkî Komara Îslamî û desthiladarên wê rejîmê bixwe jî dizanin ku di paşerojeke ne dûr de, dibe serê xwe di hember guherînkariyeke mezin de şor bikin û Komara Îslamî jî dikeve nav mozeya tawanên desthilatdaran de. Lê niha jî demara koloniyalîstî ya jibîrkirin û dîdgeha wan ew hinde bihêz e ku dûbare dîroka sexte û hênceta nalojîkî di bîrûraya giştî de tê belavkirin, da ku wisa nîşan bide ku hekî Îran ji rewşa Sefewî û Hexamenişînî bête derê, êdî karesat diqewime û dibe bi qiyamet!

Bi vî awayî rohnkirin û lihevgirêdan, mirov wekî bingeha bîrkirin dananê, û mijara sereke

mirov û maf û azadiya wê nîne, belkî bîrokeya bastangerayî û bi pîrozkirina sînorên destçékirî dibe bibe bingeh.

Dij bi yek û dijayetîkirin di vir de ye ku ew bîrkirinên wan wisa didine zanîn ku sînorên Îranê gelek berfirehtir ji niha bûye û heya lêwara Medîteranê çûye, piştre bi destê zilhêzan, Îran hatiye biçûkkirin; Lê eva ku sînor bi ser wan de hatiye sepandin, niha heman sînorên sexte ya zilhêzan bi pîroz dizanin û mirovên nav wê cografiyayê pê tepese dikin!

Dîrok û sînora sexte, di îdolojiya koloniyalîstî de kirine bi bingeha kirdar û bi navê pîroziya bastangerayî û dîrok û sînor ve dixwazin cehenemeke din bo netewên Îranê ava bikin.

Stem û malwêranî di Îranê de berdewam dibe da ku wê demê şoreşek di hizr û boçûn xelkê de bête gorê û di cihê pîrozkirina dîroka çewte de, bingeh li ser maf û azadiyên mirov û yeksaniya neteweyan bête danîn.