Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan destûrnameya şer!

12:33 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Şehab Xalidî


Çend rojan berî niha dîsan li ser daxwaza serokwezîrê Turekiyê parlementoya Turkiyê li hev civiya, û li ser dirêjkirina operasyonan dengdanek birêve çû ku her sê partiyên AKP, CHP û MHP dengê erênî dane destûrnameya şer.


Lê parlemeterên Kurd li hemberî vê helwesta her sê partiyan de dijkiryarek tund ji xwe nîşan dan û bi eşkere ragehandin ku dubarekirina tecrubeyên şikestxwarî nezanî û ehmeqî ye. Tenê rêçare ew e ku diyalog di navbera aliyan de dest pê bike.


Di rastî de tewaya hewla dewletê ew e ku pirsa Kurd bi dana dirûşmên bê bingeh bitemirîne. Dewleta Turkiyê ku berdewam bas ji çareseriyê dike niha dixwaze ji aliyekê ve bi êrîşên li ser PKK û ji aliyek din ve bi baskirina ji çareseriya pirsa kurd weha nîşan bide ku Kurd li Turkiyê de ji hêzên xwe yên pêşeng cuda ne.


Siyasetek ku bê guman tenê bûye sedema berdewamiya şer û tundûtujiyê û nekariye bersiva erênî bide.
Heya niha çendîn carî PKK bona nîşandana amadeyiya xwe ji bo çareseriyê agirbes ragehandiye, û ew agirbes heke du alî baya, bê guman wê di warê çareseriyê de hinek pêngav bihatiban avêtin.
Lê dewletê ne tenê agirbes ranegehandiye û heke carekê ragehandibe jî, bixwe ew agirbes şikandiye, wan agirbesan vedigerîne ser lawaziya PKK û berdewam wan girupek terorîst dihesibîne, ku her ew yek nîşan dide ku dewlet li pey çareseriya pirsa Kurd nagere, û jêre çareser nekirin û poan nedan biqazanctir e heya çareserî.

Bi raya min heta CHP jî ku heyamek berî niha bas ji amadekirina nexşeriya çareseriyê bo pirsa Kurd dikir bi vê helwesta xwe nîşan da ku her wek pêştir ew partiya herî şovenîst û dijî Kurd in, û tenê bona rakêşana dengê Kurdan bo aliyê xwe ye ku carna wan pîlanan bikar tînin.

Ew Kurdên ku di nav wan partiyan de jî cih digrin dibe bizanin ku îrorojê bi her helwesteke wan partiyên ku ew di nav de cih digrin, mebesta min helwestên li ser destûrnameya şer e, ku dibe sedema domandina şer û rêtina xwîna bi sedan ciwanên Kurd, ew ciwanên ku ji bo aştî û demokrasiyê, ji bo sitandina mafê xwe yê zewtkirî ji aliyê hikûmeta Turkiyê ve, ji can, mal û jiyana xwe bihurîne. Dibe di vê qonaxa herî hestiyar de ku pirsa Kurd êdî bi tu awayî binax nabe, her kurdek ji aliyê xwe ve, vîjdana xwe bo demek kin jî be, bike qazî û biryara xwe bide.

Yan li hemberî vê hemî cînayeta ku rojane li jêr sîbera deshilata AKP’ê de tê encamdan bêdeng nemînin, yan jî aliyê kêm heke bêdeng dimînin li hemberî birayên xwe de ku canê xwe ji bo Kurdistanek azad gorî dikin tevlî pîlanên rengbireng yên AKP nebin. Jiber ku heya Kurd zêdetir li nav dem û dezgehê wan partiyê şovenîst de cih bigrin û li derkirina biryarên wek destûrnameya şer de bi wan re alîkar bin, gellek asayî ye ku ew dê berdewam bin li ser oporasyonên qirêj û yê hêzên Kurd wek terorîst û xwe jî wek nûnerên Kurdans bihesibînin û dê weha nîşan bidin ku tenê ew in ku dikarin nûneratiya Kurdan bikin.


Bi her hal her çavan ku li parlementoyê de parmenetera Kurd Sureya Onder got: “Dubarekirina wan tecrubên pêşîn ên têkşikestî, ehmeqiyek tewaw e”. Tenê riya çareseriyê jî ne diruşmên rengbireng ên Erdoxan û hevhizrên wî, belkû pêngavhilgirtina bi kiryar ji bo ragirtina şer û destpêkirina gotûbêjan li gel nûnerên rasteqîne ên gelê Kurd li vî welatî de ye.

Ji bilî vê riyê baskirina ji çareseriyê li çarçoveya diruşman ji aliyê dewletê ve û terorîst hesibandina hêzên Kurd, tenê û tenê bo duberekî û nakokî xistina nav Kurdan de ye, û dibe gelê Kurd gellek hişyar û serwext û yekgirtî bin, jiber ku bihêzbûna wan li yekîtiya wan de ye, û ew yekîtiya xurt e ku dikare dewletê neçar bi paşvekêşê li hemberî êrîşan de bike.