Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Îsmaêîl Bêşikçî, destke gulek li ser monomênta şehîdêm Viyena danî

12:10 - 17 Şibat 2014

Kurdistanmedia: bîrmendê mezin yê Turik û hevalê neteweya Kurd, Dr. Îsmaêîl Bêşikçî destke gulek li ser monomênta şehîdên Viyena danî.

Li gor raporta Kurdistanmedia; Dr. Îsmaêîl Bêşikçî, kesatiyê naskirî yê Turik, berwara 14,02,2014an a Zayînî, bi pişikdariya komek ji nûnerên partiyên Kurdistanê û endam û alîgirên PDKÎ û Kurdên akinciyê Viyena, deste gulek li ser monomênta şehîd Dr. Qasimlo û gevalên wî li Viyena Paytextê Otrîşê danî.

Piştî bi xêrhatin kirina Dr. Îsmaêîl Bêşikçî û pişikdaran, ji aliyê Hîwa Behramî nûnerê PDKÎ li wilatê Otrîşê, Dr. Îsmaêîl Bêşikçî end gotinek pêşkêş kirin.

Behramî di axavtina xwe de got: piştî zêdetir ji 24 salan ji şehîd bûna wî, ne tenê di nava netewa Kurd de zindî ye, belku ji aliyê zor kesatiyên navneteweyî jî, rêz û hurmetek bê mînak jêre tê girtin. Ew yeka jî mezinahiya Dr. Qasimlo ji me re dide xuya kirin.

Navbirî herwisan keyfxweşiya xwe ji vê helwesta Dr. Îsmaêîl Bêşikçî anî ziman û bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê we sipas û pêzanîn jê kir.

Piştî axavtina nûnerê PDKÎ, Dr. Îsmaêîl Bêşikçî axavtinek pêşkêş kir, navbirî Dr. Qasimlo bi mirovek bê mînak û degmen nirxand ku ne tenê di nava netewa Kurd de, belku di asta Rojhelata Navîn de jî, kesayetiyekî diyar û bi bandor bû. Dr. Îsmaêîl Bêşikçî got Dr, Qasimlo mirov dost, azadixwaz, dêmokrat û aştîxwaz bû, ku ji rêya armancên bilind yên xwe de, canê xwe danî. Ew yeka jî diviya gelek bilind bihê nirxandin.

Navbirî bi tundî rejîma Îslamî a Îranê şermezar kir ku bi avayek namirovane tevî peyamhênerê aştiyê bizivîn û bersiva aştîxwaziya wî bi guleyan dan.

Dr. Îsmaêîl Bêşikçî rola dewlet û dezgeha Dadê a Otrîşê pir xirab û nebaş nirxand û ew jî weke sûçdar bi nav kirin. Herwisan daxwaz ji PDKÎ û netewa Kurd kir ku ji xwîna Dr. Qasmlo û hevalên wî xweş nebin û dest ji dewleta Otrîşê ber neden heya vê demê ku maf bi mafdar digehîje.

Piştre peyama komîteya PDKÎ li Otrîşê ji aliyê Dr. Ceza Salihî we hat xwandin.

Di dema seredana Dr. Îsmaêîl Bêşikçî ji monomênta şehîdên Viyena, nûnerê Yeketiya Niştîmanî a Kurdistan, Partiya Sosyalîst a Kurdistan a Bakûr, Partiya Şoêî a Kurdistanê, Partiya Şoêî a Îraq û Komeleya Jinên Kurd li Viyena pişikdar bûn.