Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du bûyerên hevşêwe, li du cihên cuda û bi du reftarên cuda ve

12:45 - 26 Kanûna pêşîn 2012

Selîm Zencîrî


Di navbera 10 rojan de du bûyerên hevşêwe, lê li du cihên cuda de qewimîn ku her yek ji wan bi têra xwe bûn rojev û wijdana mirovahiyê hejandin. Yek li vî serê dunyayê, anku Îrana kambaxbûyî li bin hakimiyeta Komara Îslamî de ku agir bi qutabxaneyek zarokan ket û li encam de zêdeyî 30 zarok weke pelpelîskan têde şevitîn û hin ji wan jiyana xwe ji dest dan û yên din jî hêj li bin kuntirola pizîşkî de ne.

Ya din jî li wî serê din ê cîhanê, anku Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê de, ku xortek nesax ê rewanî gule ji qutabiyên dibistanek Amerîkayê reşand û li encam de zêdeyî 20 zarok û mamostayan jiyana xwe ji dest dan. Her du bûyer jî biazar, wijdanhejîn û hovane bûn. Ji ber ku qurbanî tev de zarokên bêguneh bûn. Qutabxane ji wan re bibû jivangeh û rûgeha hez û hêviyan.

Ew têhniyên hînbûn û firînê bûn, lê nedizanîn ku dê bikevin boseya tarîperestan û bênkuzirîka birîn û şevata wan vê esmanê welat jî dabigre.

Ya ku li vir de girîng û armanca nivîsa me ye sedemên bûyerê, berhevdana wan û çawaniya livîn, pêregihîştin û hest bi berpirsatiya desthilatê ye li her du cihên cuda de.

Bûyera şevata qutabxaneya Şînavê a Pîranşehrê li Kurdistana Îranê, ji çend hêlan ve cihê pirsiyar û dahurandinê ye.

Sîstema ku bi ser Îranê de hakim e, sîstemek dîktator, paremayî û nesax e ku têde tenê hakimên nesaxe wê azad in. Çûnku li coxrafiya û nîzama siyasî a Îranê û birêveberî a wê de kêmasî û paremayîbûn, zatî û bingehîn in.

Bi taybetî kurdistan hertim bi çavek ewlehî û siyasî ve hatiye nihêrtin, lewma serbarê dewlemendiya xak û surûşta wê, lê li warê xizmetguzarî û nûjeniyê de gelek hatiye pare hiştin. Xelk li hejarî û belengazî û tirsê de dijîn û tirajîdiyên han berdewam in. Berê jî li Çarmehal Bextiyarî, Zahidan, Çabehar, Sîstan û Belûçistan û ...hwd bûyerên hevşêwe bo zarokan qewimîn e û kes jî neketiye ber lêpirsînan!!


Vê carê jî serbarê hişdariya xelkê deverê ji metirsiya herifîna qutabxaneyê, lê rejîm amade nabe dibistanê vala û nûjen bike. Sîstema germkirina wê jî bi awayek sunetî û bi tehlûke bûye.


Lewma serbarê dewlemend bûna Îranê bi çavkaniya gazê, mirov dikare xincî dujminatî, hovêtî û naberpirsatî a rejîmê bi gel û xelkê Îranê re çi bêje? Rejîma ku ketibe talan û dizîna samana xelkê û wan bidoşe, çawan dê bikare xema xelkê û zarokên wan de be? Li halekê de ku soz dabû pereyê neft û gazê bibe ser sifreyên xelkê!


Dema ku yasayek dadperwer, hikûmetek xizmetkar, meclîsek ektîv û çavdêr, berpirsiyarên bi wijdan, dilsoj û mirovdost li Îranê de berçav nekewe, mirov dikare çi dilxweşiyek bi pêşeroja zarokên xwe li bin siya wê de hebe?

Raste bûyera li Amerîkayê de jî cinayet û tirajîdiyek mezin e gorî jî heman zarok in, lê berevajî ya Îranê, ew ne ji ber dîktatoriyet, mîlîtarîzekirin, xemsariya hikûmetê û nebûna xizmetguzariyan û bêwijdaniya berpirsan bû.

Belkî li encama pirsgirêkên rewanî û piskolojîkî ên kesek nesax bû ku bûyerek weha bi jan qewimand. Lê derhal tedbîr û lêpirsîn hatin kirin.

Berhevdana reftarên her du sîsteman bi bûyeran re!

Piştî qewmîna tirajîdiya Şînavê, rejîmê li pêregihîştinê de xemsarî kir. Kurdistan mîlîtarîzetir kir. Gef ji hevwelatiyan û malbatên qurbaniyan xwarin ku dibe xwe ji dana her terze zaniyariyekê bi medya û ragihandinan biparêzin. Wezîrê Perwerdeya rejîmê piştî givaşên raya giştî, bi ken, henek û bêrêzî kirin bi xelkê lêborînek sivik ji malbatên goriyan xwast!!!

Ya ji hemûyan balkêştir û bi qasê şevatê tirajîdîk, gotinên pêşnimêjê Tehranê (Ehmed Xatemî) bûn ku li ser van kul û derd û azaran de, rexne ji bêhicabiya keçên şevitî girt!!!

Herweha taltir ji van jî ger bo riyayî û rûyekî jî bûya, kesek ji berpirsiyarên payebilind ên dewletî û hikûmetî amade nebûn serdana qurbaniyan û malbatên wan bikin. Bijantir ji bûyerê jî ew bû ku rejîmê ji tirs û wehşetê re nehişt ku termê qurbaniyan li gund û warê van were binaxkirin. Tirajîdiya Şînavê jî weke bûyerek xwezayî dîtin û wekî pîşeyê hertimî ê xwe, xwe li bin barê berpirsatiyê avêtin.


Lê li Amerîka de, cinayetên han li egera parastina azadiyê û mafê bêreje ya takekesan de qewimî ne. Me dît ku berpirsan serbarê lêpirsînek xurt bo vê tawanê, soza çareserkirin û rêgirtina ji ber dubarebûna tirajidiyên han dan. Herweha 4 roj bi tazî û matemîna giştî li USA de hat ragihandin.

Kesê yekem ê Amerîka ku serkomar bû, bi xwe derkete qadê û û bi kelogirî û rondikan ve ragihand ku ez ne wekî serkomar, belkî wek bavekê diaxivim û bi axaftinên girîng, bisoz û balkêş ên xwe hevxemî bi malbatên goriyan û xelkê Amerîkayê re kir û çû seredana wan û soza xebatek bingehîn bi dûr ji meseleyê siyasî bona dawîanîn bi tirajidiyên han da.

Encamgîrî

Rejîma ku amade nebû bi malbatên goriyên Şînavê û xelkê Kurdistanê re hevxemiyê bike, li gavek çavnihêrnekirî de ji aliyê serkomar û berdevkê wezareta karê Derve re peyamek sersaxiyê bo gelê Amerîkayê hat şandin. Ecêb e! Çi qewimiye ku li 10 rojan de wijdana wan hejiya ye û rûyê mirovdostî, evîn û dilrehmiya berpirsiyarên rejîmê bişkivî ye û xwe bi şirîkê xemên xelkê Amerîkayê dizanin? Bêguman, eva pilan, senaryo û sîgnalek din e bona xapandina Amerîka û vekirina deriyê be hesaba xwe ‘’diyalogê’’ bona kuştina demê û kêm kirina givaşan li ser xwe li dawiya temenê xwe de ku bi tewahî li hemû cîhanê de hatiye îzole kirin.

Bi giştî mêjdem e ku kakil û naveroka dijî mirovî yê Komara Îslamî ji xelkê Îran û cîhanê re eşkere bûye, lê li van bûyeran de dîsan rûçikê dijî gelî ê rejîmê eşkeretir bû û hêrs, kerb û kîna xelkê bi taybetî yê kurdistanê ji rejîmê re zêdetir û rûreşî her ji rejîmê re ma.
Bêguman ahîn û nalîna zarokên Şînavê ji ber êş û azarên cesteyên şevitî, pirçên kuzirî, rûmetê tevlihev û herweha rondikên dayîkên reşpoş û bavên dilbirîndar wê pêsîra wan bigre ku bo demek kurt jî neketin hizr û xema wan û tirajîdiyên han tu tesîrek ji dilê kewir û wijdana nivistî a wan nake.

Lewma li vê bûyerê de jî şeremzarê dîrok û mirovahiyê tenê rejîma Komara Îslamî bû ku ew zarokên bêguneh şermezar ji rûmetê xwe kirin.