Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtiyên siyasî yên Kurd bi awayeke mercdar, hatin azad kirin

15:51 - 27 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Celal Nasirî û Qasim Rehîmîazer du zîndaniyên siyasî yên Kurd paş derbasbûna 34 meh girtîgeh li girtîgeha navendî a bajarê Mihabadê hatin azad kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja 26’ê Nîsan a 2014’an, 2 girtiyên siyasî yên Kurd bi navên “Celal Nasirî û Qasim Rehîmîazer” piştî 34 heyv ji derbasbûna hukma wan bi awayeke mercdar li girtîgeha Mihabadê hatin azad kirin.

Qasim Rehîmîazer û Celal Nasirî bervara 7’ê Adar a 2011’an, bi tometa “Alîkarî tevî partiyên Kurdî yên dijberî rejîma dîktatora Îranê” hevdem tevî 3 kesên din bi navê “Nasir Nasirî, Êdrîs Burna û Êdrîs Agpaş” ji aliyê îdareya Îtillata bajarê Bokanê ve hatin girtin.

Piştire li 11’ê Çiriya Pêşîn a 2011’an dadgeha Şoreşa rejîm li bajarê Mihabadê bi serperestiya “Cewadîkiya” bi tometa “Alîkarî tevî partiyên Kurdî yên dijberî rejîma dîktatora Îranê” ceza 8 sal girtîgeh bi ser Qasim Rehîmîazer û 5 sal girtîgeh bi ser Celal nasirî de sepandin.

Di dozgeriya pêdeçûna parêzgeha Urmiyê de, hukma zîndana wan du girtiyên siyasî, bo 4 sal û bêbar bûn ji asankariyên nav zîndanê de kêm kiribûn.
Du zîndaniyên siyasî yên Kurd Celal Nasirî û Qasim Rehîmîazer li heyama 34 mehan li zîndanî kirinê de ji hemû mafekî girtîgehê bêbar bûn.

Heyamek berî niha Nasir Nasirî, Êdrîs Burna û Êdrîs Agpaş ku hevdem tevî Qasim Rehîmîazer û Celal Nasirî hatibûne girtin, di 5’ê Nîsan a 2014’an, hatin azad kirin.