![](/weney-mallperr/7848.jpg)
Kurdistanmedia: hêzên evlehî yên rejîma Îslamî a Îranê, li bajarê Şino û Mehabadê du hemwilatiyên Kurd dest bi ser kirin.
Ajansa nûçegehaniya Kurdpa da zanîn ku, hêzên Îttilaatî a rejîma Îslamî a Îranê, li bajarên Mehabad û Şinoyê roja duşemiyê berwara 12ê heyva Reşemê îrişî ser mala hemwilatiyê Kurd yê bi navê Kawe Emînî kirin û piştre destbiser û bo cihek nediyar veguhastin.
Ji aliyekî din li bajarê Şino a ser bi parêzgeha Urmiyê, hêzên Îttilaatê roja yekşemiyê, berwara 11ê Reşemê hemwilatiyekî Kurd bi navê Mihemed Necat, temend 38 salî dest bi ser û rapêçî girtîgehê kirin.
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, tu zaniyariyek derheq sedema dest bi ser kirina wan hemwilatiyan nehatiye zanîn. Li gor amara Kurdistanmedia: li destpêka wê heyvê ve heya îro, 10 hemwilatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve hatine dest bi ser kirin.