Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hevwelatiyên Urmiyê ji aliyê hêzên rejîmê ve destbiser bûn

17:01 - 7 Tebax 2012

Kuridstanmedia: Du hevwelatiyên xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve destbiser bûn û bo girtîgehê hatin şandin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Mukriyan”ê, piştî peçûna di navbera xelkê gundê “Balan” a Urmiyê û hêzên rejîmê de, du hevwelatiyên wî gundî hatin destbiserkrin.
Li gor rapora han, navên wan du kesan “Sêyfulla Şakirî” û “Îbrahîm Cangulî” ye.
Çavkanî bas ji vê yekê dike ku “Seyfulla Şakirî” di wê pevçûnê de birîndar bûye û piştî çareseriyê bo girtîgehê hatiye veguheztin.
Heya amadekirina wî nûçeyê ji tometên wan du hevwelatiyên ku roja derbasbûyî bo girtîgeha Urmiyê hatin veguheztin, tu zanyariyek di berdest de nine.

Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê