Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulla Hicab: “Gelê kurd bi sedan salan bi zimanê Erebî dersên dînî ...

20:38 - 24 Şibat 2014

H: Agirî

Ebdulla Hicab: “Gelê kurd bi sedan salan bi zimanê Erebî dersên dînî xwendin, û bi zimanê xwe yê xweş ên zikmakî jê fam kir û ew mekteb şirove kir û jê fêr bû, lê rojekê jî wisa nefikirî ku zimanê Erebî ji zimanê kurdî re metirsî ye”.
Hemû salê di meha Şibatê de zêdetir ji demên din bas ji pirsa ziman û metrsiyên li ser riya zimanên neteweyan di Îranê de tê kirin. Evsal bi sedema vê ku ferhengistana ziman û edebiyata Farsî xwendina bi zimanên din wekî metirsiyekê bo ser zimanê Farsî hesibandibû, vê yekê gellek dijkiryar li pey xwe anîn. Her di vê derheqê de me xwast ku bi kurtî raya rêzdar Ebdulla Hicab çalakê siyasî jî di vê derheqê de bizanin, û navbirî jî bi vî awayî bersiva pirsên me da:
1-Gelo hûn rewşa zimanên neteweyên bindest çawa dibînin?

Bersiv: Vegeşîn û pêşveçûna ziman bi derfetên siyasî û rêjeya beşadariya her gel û neteweyekê li serweriya neteweyî de girêdayî ye. Zimanên neteweyên bindeste Îranê, ji wan zimanên Kurdî, Turkiya Azerbaycanê û Belûçî, Erebî û Turkemenî xwediyê hemû taybetmendiyên zimanên zindî yên cîhanê ne.

Bi her yek ji wan zimanan bi hezaran berhemên wêjeyî, koltorî, zanistî û zimanevanî hatine nivîsandin. Rêjeya nivîsandina berhemên siyasî bi wan zimanan hê zêdetir e. Ji xwe zimanê Erebî statûyek pir ji statûya zimanê Farsî bilindtir heye û weke yek ji şeş zimanên fermî di asta cîhanî de tê naskirin. Lê di bin siya Komara Îslamî de bi hemû wan zimanan re weke zimanên ne fermî û zimanên ku hêjayî jiyanê nebin danûstan tê kirin.

Siyaseta Komara Îslamî di derheqa zimanên neteweyên derveyî deselatê li Îranê, siyaseta qirkirina hebûna neteweyî û qutkirina zimanê çendîn neteweyên xwedî hebûn e. Bendkirina zimanan, bêdengkirina dengê gelan, qutkirina lalayiyên dayîkan li ber guhê zarokên wan yên sawa ji tunekirin û kuştina fîzîkî ne kêmtir e. Lewma ew nêzîk bûn weke yek ji tawanên herî mezin ên dijî mîrateya mirovayetiyê pêwîste bê dîtin.

1- Gelo raya we li ser gotinên ferhengistana edebiya Farsî, û êrîşa bo ser zimanê neteweyan çi ye?

Bersiv: Ew nêzîk bûn weke heneka dîrokê ye. Heya niha em bi siyaset û sîstemek dîktator re rûbirû bûn. Bi wê dîtinê, xuya ye ku emê bi dîktatoriyek koltorî re jî rûbirû bibin. Ji eqlaniyetê bi dûr e ku rewşenbîr û pêşengên neteweyekê hebûna ziman û koltora xwe di tunekirina yên din de bibînin. Zimanê kurdî ji dema avabûna dewletên ji Kurdan bîhanî re heya îro her tim qedexe bûye û derfeta nivîsînê jê re nehatiye dan, lê ma gelo ev ziman ji nav çû?
Gelê kurd bi sedan salan bi zimanê Erebî xwendina dînî xwend û bi zimanê xwe yê xweşe zikmakî jê fam kir û ew mekteb şirove kir û jê fêr bû, lê rojekê jî wisan nefikirî ku zimanê Erebî ji zimanê kurdî re metirsî ye.

Her weha digel Mewlûd û Mem û Zîn a hezretê Xanî, şiroveyên quranê bi zimanê kurdî, Bûstan û Gulistana Se’idî Şîrazî jî xwendin û tu demekê ew ziman ji hebûn û zimanê xwe re weke reqîb an metirsî nedîtin. Ji ber ku her tim bawerî bi kûrahiya ziman û bingeha wê ya bi hêz hebûn. Lê xuya ye ku pêşengên îro ên zimanê Farsî, ziman jî kirine emrazek siyasî û di siyasetê de jî bawerî bi xwe û pêşeroja xwe nînin.

2- keko komara Îslamî biryar da ku gellek zarokên Efxanî ji xwendegehên xwe de derxîne, (eva nûçeya VOA bû), hûn vê biryarê çawa dinirxînin, di demekê de ku Îranî bixwe di welatên derekî de digihîjne astên herî bilind, lê Îran weha belayê tîne serê zarokên Efxanî di Îranê de?

Bersiv: Bi giştî siyaseta perwerdeya Komara Îslamî siyasetek paşvero û li dijî pîvan û prensîpên merivatiyê ye. Lê di çarçoveya derfet û sîstema heyî de jî, xwendekarên jîr dikarin carna derfeta derbasbûn ji kevneperistî û gera li pey rastiyê bi dest bixin.

Lewma çûna dibistanan û berdewamkirina xwendinê heta di bin siya Komara Îslamî û di çarçoveya siyaseta wê ya perwerdeyê de jî her îmkaneke ku pêwîste bê bi kar anîn. Lê xuya ye ku Komara Îslamî wê derfeta biçûk jî ji hemû rûniştvanên welat re rewa nabîne.

Siyaseta Komara Îslamî li hember xelkê Efxanistanê bi giştî û ewên ku ji siyaseta wê ya zêdexwaziyê re nabin emraz bi taybet, ji mêjve ye naskirî ye. Pêwîst e ew kiryarên dawiyê ên rêjîmê li dij zarokên Efxanî di dibistan û xwendingehên Îranê de, di vê çarçoveyê de bê dîtin.