Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulla Resûlî (Ebdulla Gunde), pêşmergeyê PDKÎ

13:00 - 8 Şibat 2014

H: Rehîm Gergulî

Ebdulla Resûlî: “Min di 65 emeliyatan de, beşdarî kiriye, û du caran jî ez birîndar bûme”.

Birêz Ebdulla Resûlî naskirî bi Ebdulla Gunde kurê Îbrahîm, sala 1326 (1947)’an li gundê Qubad Beygiyan a ser bi devera Menguran ya Pîranşarê hatiye dinê.
Kekê Ebdulla Resûlî jî weke piraniya zarokên Kurdistanê ên wî çaxî, bi sedema destengî û hejarî û herweha tunebûna îmkanatên xwendinê, nikare here xwendingehê, û ji xwendinê bêpar dimîne û dest davêje karê ajeldariyê.

Rêzdar Ebdulla Resûlî derheq çavaniya nasîna pêşmerge û PDK Îranê weha dibêje: “Ez li Xerepapanê şivan bûm û li çiya û çolan digeriyam, gellek caran Seyîd Resûlê Babê Gewre, Ebdulla Mo’înî û Sale Lacanî dihatin bal min û bi vî awayî min PDK Îranê û pêşmerge nas kirin. Tê bîra min ku rojekê şer û pevçûn di navbera Melbenda Sipîseng û hêzên Komara Îslamî de çê bû, û Ebdulla Mo’înî birîndar ket, wî çaxî me jê pirsyar kir ku gelo tu çima birîndar ketî? Wî di bersiva me de got ku ez li ser dîwar ketim xiwarê, lewra wusa birîndar bûm”.
Birêz Ebdulla Resûlî tevlîbûna xwe bi PDK Îranê re weha tîne ziman: “Di yekemîn heyva sala 1358 (1979)’an de, dema ku baregehên PDK Îranê li Gundê Gulfetê bûn, ez bûm pêşmerge û heya niha jî li ser rêbaza xwe sor û pêdagir im, û xatircem im ku wê her berdewam bimînim jî”.

Pêşmergê qehreman ê PDKÎ, Ebdulla Resûlî herweha dibêje ku: “Di heyama pêşmergatiya xwe de, min bi dilek pak û bi ew qasê cangorîtî û di pêxema bidestxistina mafên gelê xwe de, di 65 emeliyatan de beşdarî kiriye, û du caran jî birîndar ketime”.
Ebdulla Resûlî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Ez pêşmerge bûm û baregehên me li Sînemokê bûn, Dr.Qasimlo hat û civînek ji bo pêşmergeyan pêk anî, min bi awayekî gellek bê serûber, çek û rextên xwe girê dabûn, di civînê de ez rabûn û min nêrîna xwe li ser rêkxirawa “Mucahidînê Xelq” anî ziman, û min got ku tu ferq û cudahiyek di navbera pasdarên rejîmê, û Mucahidînan de nine, Dr.Qasimlo hate bal min û di despêkê de çek û rextên min sererast kirin û paşan got ku eva nêrîna te ye, ne nêrîna PDK Îranê, eva roja herî xweş a jiyan min e ku tu caran ji bîra min naçe”.
Herweha Ebdulla Resûlî derheq roja herî nexweş a jiyana xwe weha diaxive: “Baregehên me li Cavkanê bûn ku Radyoya Dengê Kurdistana Îranê (RDKÎ), nûçeya şehîdketina Dr.Qasimlo ragehand, ku nûçeyeke pirr dilêş û cergbir ji bo tewahiya pêşmergan bû, jiber ku niha jî birînên jidestdana Dr. Qaqimlo û Dr. Sadiq qenc nebûne”.
Ebdulla Resûlî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1364(1985)’an baregehên me li Seweyê bûn, Seyîd Resûl Çûke ez gazî kirim û gote min, dema çûyîna hêzan bo menteqê ye, lewra hekî tu niha di baregehê de bimînî û neçî menteqê, piştî vegeriyana hêzê, ezê heyvekê îznê bidim te bona bêhnvedanê, min daxwaza wî qebûl kir û di dema îzindanê de, ez çûme gundê Kewper a ser bi bajarê Pîranşarê, û min qîzek bi navê Miryem razî kir û min revand, bi vî awayî min jiyana xwe ya hevpar ava kir, û berhema jiyana me jî 3 keç û 4 kur in”.
Rêzdar Ebdulla Resûlî rû li xelkê Kurdistanê û bi taybetî xortan dike û bi vê gotinê hevpeyvîna xwe ya bi Agirî re, bi dawî tîne: “Peyama min bo xelkê Kurdistanê ev e ku digel hevdu baş bin, û bi her awayekî be, tevlî şoreşê bin û netirsin, jiber ku her weke Dr.Qasimlo dibêje “Ew gelê ku azadiyê bixwaze, dibe buhaya vê azadiyê jî bide”. Ebdulla Gunde herweha di peyama xwe de daxwazê ji xortên Kurdistana Rojhilat dike ku tevlî şoreş û PDK Îranê bin, û hekî nekarîn vî karî bikin, mijûlî xwendin û kasibiyê bin û nekevin telika dezgehên sîxorî, û çekdarî yên Komara Îslamî ya Îranê, û herweha serbarê vê ku %90 ji xelkê Kurdistanê Musilman in, lê daxwazê ji wan dikim ku destan ji wan kesan bikişînin ku bi awayekî xirab mifahê ji Îslamê distînin bi navê Îslamê xelkê Kurd bi giştî û xortan bi taybetî dixapînin”.