Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ecêbgirtî mana rejîma Îranê hember lehiya hemwelatiyên Kurd/ Civaka Kurdistanê pêngavek li pêşveyî Rojhelata Navîn e

19:36 - 12 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hev dem ligel tevgera sivîl ya aştîxwazane yên hemwelatiyên Kurd, hêzên rejîma Îslamiya Îranê ji aliyekê ve bi girtina wêne û portreyan dest bilêdana xwepêşanderam dikin, ji alyekî din ve bona wê hindê ku hêzên rejîmê nekevine ber req û kîna şopa berfireh ya xwepêşanderan, daxwaz ji xelkê kirine birijne şeqaman û ji vê rêyê ve dixwazin xwepêşandanan konterol bikin.

Li gorî malpera Kurdistanmedia, welatiyên kurd yên Kurdistana Rojhelat, bi boneya destek dan bi Kobanê û protesto kirina Çeteyên DAÎŞ’ê bi ser xelkê wî bajarî , meş û mitîng , di bin rewşeke ewlhî ya hêzên rejîma Îslamî ya Îranê de lidarxistin.

Kombûn û rêpîwana hemwalatiyên Kurd li bajarên Kurdistana Rojhelat li roja Sêşemî 7’ê Çiriya Pêşên a 2014’an, li bajarê Mihabadê , dest pê kiriye û ji bilî bajarên Kurdistanê , Tehran, Hemedan û Şîraz jî bi xwe we girt.

Kêmas hêlana kombûnên hemwelatiyan, fîlim û wêne rakirina welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve, binçav kirina hevwelatiyên Kurd, mîlîtarîze kirina bajarên Kurdakincî, gotinên propagende ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê bo xapandina xelkê, ji wan kiryarên komara Îslamî ne ku di wan rojane de bi mifahwergitin ji wan kombunên welatiyên kurd, gorî berjewendiyên xew lê digere.

Gorî raportan di xwepêşandanên wan çaend rojan li Kurdistana Rojhelatê , ji bilî girtina 37 hemwelatiyên Merîwanî , li Tehran, Bokan û Rebetê, herî kêm 14 welatiyên Kurd, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçav kirin.

Di wê navberê de tişta balkêş ewe ku hêzên ewlehî û Îdarî yên rejîmê, daxaz ji xelkê Kurdistanê dikin der kevin kolan û şeqanman, meş û mitînga lidar bixin.

Îran/Hemwelatiyên Kurd çûn ser şeqaman

Kurdên bajarên Kurdistanê û her wiha Tehran û Şîrazê çûn ser şeqaman û bi rêxistina xwepêşandanan destek dan Kobanê û kiryarên çeteyên DAŞÎ’ê şermizar kirin, herwiha di wê xwepêşandanê de dijî rejîma Îranê jî silogan awêtin.

Kirmanşan, Seqiz, Rebet, Urmiye, Merîwan, kamiyaran, Sine, Dîwandere, Dêhgolan, Bane, Serdeşt, Bokan, Mihabad, Riwanser, Ciwanro, Pawe, Pîranşehr û... Hwd, ji bajarên Kurdistana Rojhelat in ku meşên hêminane têde hatin lidarxistin.

Kirmanşan/piştîwanî kirina Kurdan ji Kobanê ber dewame

Li gor rapora malpera kurdistanmedia, demjmêr 9’ê sibêdeya roja Înê 10’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, kombûn û meşeke mezin li bajarê Kirmanşan, bi armanca piştîwanî kirin ji Kobanê û şermizar kirina terorîstên DAÎŞ ê bi rêve çû.

Welatiyên Kurd ên kirmanşanê bi gotina siloganên “bijî Kobanê” “kobanê ne bi tenê ye” “her bijî jinên şoreşger û qehremanên Kobanê” “bimre DAÎŞ” piştîwanî ji Kobanê kirin.

Rêpîwana hemwelatiyên Kurd yên Kirmanşanê bi xwandina
daxûyaniyekî , ku naveroka wê tavanbar kirina kiryarên terorîstî yên dijî mirovane bi xasmanî kiryarên DAÎŞ’ê li Kobanê bû û daxwaz ji civaka cîhanî kiribûn ku bi hawara Kobanê de werin, bi dawî hat.

Welatiyekî Kurd bi malpera kurdistanmedia ragehand dema bi rêve çûna meşê de, bajar ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kontrol kirin.

Seqiz/silogana bimre DAÎŞ, dijkiryara dijwar a rejîmê bi pey xwe hişt.


Gorî malpera Kurdistanmedia, roja Înê 10’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, welatiyên Kurd yên Seqizê bo cara duyemîn li meydana “Helo ”ya wî bajarî, kombûn.

Di wê kombûnê de Dr. Şakirî axftinek derheq bi Kobanê û şermizarkirina terorîstê pêşkêş kir.

Welatiyan bi siloganên” Bijî Kobanê”, “Kobanê yê her bimîne” “bimre dîktator” “şehîd namire” kîn û nifreta xwe ji dîktatoriyetê re îlan kirin.

Welatiyekî kurd di wê mitînge de got ku bajarê Seqizê hatibû milîtarîze kirin û herwiha derhq bi kombûna roja Înê ya Meydana Helo bi Kurdistanmedia re got: “Rejîma Îranê piştî silogana bimre dîktator ji xwe guman ketin û nehêlan meş bi rêve biçe.”

Raport radigehînin, hêzên ewlehî û Întizamî yên rejîma Îranê, bajarê Seqizê dorpêç kirin û nehêlan ew kombûne zêde pere bistîne û here nava kolan û şeqaman.

Merîwan/ Êrîşa rejîmê bi ser xelkê û binçav kiribna dehan hemwelatiyên Kurd


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, ber bi êvara roja Çarşemî 8’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, bi daxaza çalakvanên çandî , rojnamenivîs, berewanî kirina mafên mirov li Merîwanê, bi armanca hevderdî kirin ligel Kobanê, meşeke girseyî hat lidarxistin.

Raportan, rewşa Merîwnê mîlîtarîze îlan kiribûn û weltiekî bi Kurdistanmedia ragehand : “Hêzên Întizamî yên rejîmê û yekeyên taybet bi riya batom, gaza firmêsk rêj û îsotê, êrîş kirin ser welatiyên Merîwanê û çend ji wan birndar û çend jî xistin bin çavan.

Hemwelatiyên bin çav kirî 37 kes bûn, 35 kes ji wan piştî 2 demjmêran hatin berdan, lê 2 kes niha ji nehatine berdanê.

Herwiha roja Pênşemî 9’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Kurdên Merîwanê bo cara duhemîn çalakî bi rêve birin û çeteyên DAÎŞ ê şermizar kirin.

Hevwelatiyan bi rêxistina xwepêşandanekî daxaza serbest berdana wan 2 welatiyên gêrtî kirin.

di wê peywendiyê de xelkê gundê Nêy, ser bi Merîwanê jî bi armanca piştîwanî kirin li Kobanê meş birêve birin.

Kamyaran/piştîwanî kirin ji Kobanê

Hemwelatiyên kurd yên Kamyaranê bi mebesta destek dan bi kobanê û Kurdên Rojava, ji meydana Îmam Şafiî heya şeqama Dr.Qasimlo rêpîwan kirin.

Li gor rapora malprea Kurdistanmedia, di rêpîwana hêminane ya roja Înê 10’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, li Kamyaranê silogan bi mebesta, şermizarkirina DAÎŞ’ê û rêzgêrtin ji xebata kiçên şorişger û xebat karên Rojava hat dayîn.

Di wê peywendiyê de û bi piştgirêdan bi jêdereke agahdar, hêzên rejîma Îsalamiya Îranê, hemû kolan û şeqam xistibûn bin kontrola xwe û hemwelatî raçav dikirin.

Sine /Meşa girseyî û milîtarîze kirina bajar

Roja Pêncşemî 9’ê Çiriya pêşîn a 2014’an, hemwelatiyên Kurd yên bajarê Sine bi awayekî girseyî çûn ser şeqaman û piştîwaniya xwe bi Kobanê re ragehandin.

Yekek ji wan kesan ku di xwepêşan danê de pişikdar bibû, hejmara kesên meşyayî zêdeyî deh hezar kesî ragehand.

Hêjayî gotinê ye li gor raportan etmosfereke ewlehî ji alyê rejîmê ve bi ser bajêr de hakim bibû.

Rebet/Wêne gêrtina hêzên ewlehî yên rejîmê ji meşa destek dan bi Kobanê

Hemwelatiyên kurd yên bajarê Rebetê bi pişikdariyeke girseyî ber deriyê Belediya wî bajarî, bi siloganên “Kobanê Rojhelate! Kurdistan yek welate!””kobanê Rojhelate! kurdistan yek Netewe ye!” destek dane kobanê.

Hêzên rejîmê li wê xwepêşandanê de, dest bi rakirina wêneyan kirin û 2 kes xistin binçavan.

Welatiyekî Kurd bi malpera kurdistanmedia got: “Hêzên ewlehî yên rejîmê bi xwepêşanderan gef xwarin û 2 kes jî xistin bin çavan. Yekek ji wan gêrtiyan xelkê Kanî zerdê bûye”.

Urmiye/ Destek dan bi kobanê, nakokî navbera hêzên rejîmê û welatiyan di anî holê
Li Urmiyê wek bajarê din yên Kurdistanê xwepêşandan bi armanca piştîwanîkirin ji kobanê bi rêve çû, lê hêzên rejîmê astengî ji bo xwepêşanderan çêkirin.

Li gor raporta hatî bilavkirin, roja Pênşemî 9 ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, hemwelatiyên Kurd yên bajarê Urmiyê, li parka “Toxmi Morxî ” ya wî bajarî de xwepêşandan kirin.

Hêzên yekeya taybet (yêgan wîje) yên rejîma Îslamiya Îranê êrîş birin ser xwepêşanderan û welatiyên meşyayî bi gef xarina hêzên ewlehî yên rejîmê re bi jêr navê heps û binçav kirinê re rûberû bûn.

Piştî wan 2 rojên xwepêşandanê li Urmiyê û bajarên derdorê, gerîna şev ya hêzên Întizamî yên rejîmîê di navçe û taxên Kurdakincî de, bi tundî zêde kiriye û çavkaniyên herêmî destnîşan kirine ku rejîm bi her kombûneke ciwanan dijkiryariyê nîşan dide.

Raport li Urmiyê radigehîne, serbarê gefên rejîmê, welatiyên Kurd bi armanca destek dan bi kobanê, yê xwepêşandana bikin.
Welatiyekî agahdar li xwepêşandanê de bi malpera Kurdistanmedia ragehand: “Hemwelatiyên Kurd yên Urmiyê bi awêtina Siloganên dij komara Îslamî, rejîma Îranê wek sûçdar hesibandine”.

Meş û xwepêşandanên welatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelat, herwiha dom dike û malpera Kurdistanmedia bi raportan di her qewimînekî de, yê raya giştî agahdar bike.