Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ednan Hesenpûr paş 15 rojan qerentîne, bo girtîgeha Zahidanê hat rêkirin

15:22 - 11 Adar 2014

Kurdistanmedia: Ednan Hesenpûr kevintirîn rojnamevanê girtîgeha Îranê, paş veguhastin bo zîndana Zabolê, bo girtîgeha Zahidanê hat veguhastin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, rojnamevanê han yê Kurd piştî ragirtin li qerentîneya girtîgeha Zabolê bo heyamê 10 rojan, berpirsên zîndana Zabolê bo wergirtina navbirî xwe veşartin û li girtîgeha Zahidanê jî 5 roj ragirtin li qerentîne hat wergirtin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa li devê xuşka Ednan Hesenpûrve ew nûçeye piştrast kiriye.

Piştre jî Ednan roja 21\'ê Şibatê li ser biryara berpirsê îdareya Îtilata parêzgeha Sine bo zîndana Zabolê hat dûrxistin.

Ednan Hesenpûr roja 25\'ê Çileya Paşîn a 2007\'an, hat girtin û paş çend mehan ragirtin li jora takekesî a îdareya Îtilatê, roja 12\'ê Hezîran a 2007\'an, li dadgeha Înqilaba bajarê Merîwanê bi awayeke veşartî hatiye dadgehîkirin û bi tometa Hewldan dijî tenahiya neteweyî û muharibe bi lidarvekirinê hat mehkûm kirin.

Ew hukma paş sê mehan li liqa 32\'a dîwana bilinda welat hat teqez kirin û di daviyê de bi daxwaza dozgeriyê dîsan ji aliyê Salih Nîkbex û Sîrwan Hûşmendî, parêzerên Hesenpûr, hukmê wî helweşa.
Paşan Ednan di du dadgehan de li roja 7\'ê Îlon û 30\'ê Çileya Paşîn a 2009\'an, ku dînan bi awayeke nehênî birêve çû, ceza 31 sal zîndana tezîrî bi ser de hat pesandin, lê ew hukme jî tevî narizayetiyekî tundê ên daxwazên wî rûderû bû û dadgeha pêdeçûnê bo 16 sal zîndana tezîrî kêm kir.