Kurdistanmedia: Egera darvekirina Zanîyar û Luqman Moradî du çalakvanên siyasî ên Kurd li girtîgeha “Gewher Deşt”a Kerecê heye.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, komîteya piştîwanî li Şahrox Zemanî ragehand :Ser Dozgerîya rejîma Îranê li bajarê Sinê bi hinceta birêvebirina hukma darvekirina Zanîyar û Luqman Moradî çûye bo girtîgeha “Gewher Deşt” a li bajerê Kerec ê.
Serçaveyekê eşkere kir, egera vê heye li heyamê sê an çar rojên din ev hukme birêve biçe.
Zanîyar û Luqman Moradî di berwar 27’ê Îlon a 2009’an de, bi sûçê kûştina kurê Pêşnivêjê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Îslamî a Îranê hatin girtin.
Meha Çileya Pêşîn a 2010’an de ji aliyê Qazî Selwatî li liqa 15’ê a Dozgerîya Înqilab a Tehranê bi sûçê “Dijayetî li gel Xwedê” her du bi darvekirinê hatin mehkûm kirin.
Luqman û Zaniyar Moradî di Renc nameyekê de daxwaz kiribûn ku em dixwazin bijîn û ragehandibûn, ku li girtîgeh û girtîxana rejîmê de li bin eşkencê de neçar kirine ku bêjin me ev tawan encam daye,lê di vê namê de sûçê han qebul nakin.
nûçeya pejirandin a hukma li darvekirina wan du girtiyên siysî ên Kurd, heyamek beri niha bi qise bi wan du girtiyan ragehandibûn, lê malbat û parêzerê wan haydarî hukmê han nebûne.
Ev du giriyên siysî ên Kurd niha di girtîgeha bajarê Kerecê dene.