Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera darvekirina Mistefa Selîmî girtiyê siyasî yê Kurd li gorê de ye

21:36 - 19 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Cezaya darvekirina Mistefa Selîmî zîndaniyê siyasî yê Kurd roja Pênçşemî 17’ê Nîsan a 2014’an, bi berpirsên girtîgeha Seqizê ragihandin e û ewa jî nigeraniya çalakvanên mafên mirov a Kurdistanê hate gorê.

Navenda çavkaniyên mafê mirovan ya Kurdistanê bilav kir, Mistefa Selîmî girtiyê siyasî yê Kurd mehkûm bi îdamê li roja 7’ê Nîsan a 2014’an, bi nîşana narzayetî li hemberî ecibandina hukma lidarvekirina wî ji aliyê dadgeha bilind a welat ve, dest bi gireva birçîbûnê dabû.

Girtiyê han yê siyasî roja Pênçşemî 17’ê Nîsanê dawî bi gireva xwe anî û piştre bo jûra takekesî a benda giştî a girtîgeha Seqizê veguhastin.

Bi gotina çavkaniyê, berpirsên zîndana seqizê ragihandine, yekemîn kesê ku di wan çend rojane de tê darvekirina Mistefa Selîmî dibe.

Mistefa Selîmî kurê Ebdulla xelkê gundê “Îlû”a devera Tîleko a Seqizê, sala 1382’a Rojî bi tometa “Endamiyetî li partiyeke Kurdî ên dijberî rejîm” li bajarê Nehawend a ser bi parêzgeha Luristanê hat girtin û piştire bi tometa “Hewldan dijî tenahiya neteweyî” li rêya “Dijayetî tevî xwedê” cezaya darvekirinê bi ser de hat sepandin.