Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Rezgeyî

20:59 - 29 Adar 2014

H:Rehîm Gergulî

Ehmed Rezgeyî di temenê 7 saliya xwe de diçe xwendingehê, lê piştî 2 salan, wate di sala duyemîn a xwendina xwe de, babê xwe ji dest dide û bi sedema vê ku kurê mezin yê malbata xwe dibe, destan ji xwendinê dikişîne û bi neçarî rû li karê kolbariya ser sînoran dike.

Ehmed Rezgeyî nasiyariya xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman: “Tê bîra min, ez zarok bûm û bab û bapîrên min basa Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed û pêşmergan bo me dikirin, wî çaxî min navê PDKÎ bihîst, lê min bi xwe û ji nêzîk ve sala 1982(1361)’an ji rêya du endamên PDKÎ bi navên Kerîm Şelmaşî naskirî bi Kerîm Şehrniya û Mihemed Bêkes ve ku ji dûr ve hindekê jî xizmên me bûn, min PDKÎ nas kir”.

Ehmed Rezgeyî tevlîbûna xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman: “Sala 1983(1362)’an min bi awayekî fermî peywendiya teşkîlatî bi Kerîm Şelmaşî ve girt, wî çaxî me’mûriyetek dane min û 5 endamên din ên PDKÎ, da ku ji boy partiyê gulleyan bikirin, min gulle kirîn lê di destê min de hatine girtin û ez jî heyama 24 demjimêran hatme desteserkirin, piştre hatim berdan û Kerîm Şelmaşî gote min ku xwe berhev bike û tevlî partiyê bibe.

Eva bû ku di sala 1985(1364)’an ez hatim binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ li Gewredêyê, û piştî 15 rojan min di dewreya 35 a Fêrgeha Siyasî-Nizamî de beşdarî kir û bi fermî bûme pêşmerge”.

Ehmed Rezgeyî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja herî xweş a jiyana min ev e ku sala 1991(1370)’an, şerê di navbera Îran û Îraqê de bi dawî hatibû, rewşa PDKÎ pir xirab bû, basa vê yekê dihate kirin ku wê baregehên PDKÎ ber bi Romadiyê ve bibin, ez û 5 pêşmergên din li menteqê bûn û bi tewahî bê hêvî bibûn, lê beravajî di Başûrê Kurdistanê de, xelkê ser hilda, û Kurdistana Başûr rizgar bû, eva roja herî xweş a jiyana min bû”.

Di hember de roja herî nexweş a jiyana xwe jî tîne ziman û dibêje: “Roja herî nexweş a jiyana min jî ev e ku sala 1989(1368)’an ez birîndar ketim û li nexweşxaneya PDKÎ li Bolê(Qendîl) bûm, piraniya rojên Înê Dr. Qasimlo seredana nexweşxane û birîndaran dikir, rojekê Dr. Qasimlo hat û got, min seferek bo derveyî welat heye, Dr. Qasimlo çû û piştî çend rojan me li salona nexweşxanê li fîlmeke Vidyoyî dinêrî ku kadrekî dermanî bi navê Mihyedîn hat û got Vidyoyî bitemirînin, ev gotina navbirî ji boy me cihê heyrîmanê bû, em birin ser textan û ragehandin ku gulle berdane ser canê Kak Dr. Qasimlo, û piştî midehek kêm qêrîn û girîn ket nava kadr û pêşmergan de, û rgehandin ku Dr. Qasimlo şehîd ketiye, eva roja herî nexweş a jiyana min e û tu caran li pêş çavên min naçe”.
Rezgeyî derheq bi jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1992(1371)’an min keça pêşmergeyekî bi navê Şirîn Mihemed Pena nas kir û me peywendiya ji hevdu hezkirinê damezirand, encama peywendiya me jî bû sebeb ku piştî mideheke kêm û di heman salî de, li Şîwe rezê, em jiyana hevpar ava bikin û berhema jiyana me jî du kur û keçek e”.

Ehmed Rezgeyî piştî nêzîk bi 30 salan pêşmergatiyê dibêje: “Hêviya min ev e ku PDKÎ ser bikeve û em ji vê rewşê rizgar bin û herweha daxwazê ji wan kesan dikim ku pişt ji netewa xwe kirine ku vegerin ser rêya rast û destan ji karê xirab bikişînin û pişt û penaya xelkê xwe bin”.

Ehmed Rezgeyî rû li xortên Kurdistanê dike û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Peyama min bo xortên Kurdistanê ev e ku Dr. Qasimlo ji Yekîtiya Lawan ve dest avête karê siyasî û di encam de bûye kesatiyekî navnetewî, lewra ez daxwazê ji we dikim ku asta zaniyariyên xwe bibin ser, û li pey dîroka gelê xwe yê mafxwarî de herin, û nekevin şûna siyasetên dije gelî û dije mirovî ên Komara Îslamî ya Îranê.”