Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmedriza Abidzade, golçiyê pêşîn ê tîma millî a Îranê:

21:24 - 22 Nîsan 2012

“ piştî hevpeyvîna min ya bi rojnameyekê re, Dr. Mededî doz bi dijî min daye vekirin, û bi bêy vê ku ez hatibim agehdar kirin jî, di balafirgehê de pasporta min ji min sitandin û bi min ragehandin ku biryara qedexya çûne derve û 54 derbên şelaqan bo te hatiye birîn”.


Birêz Rehîm Ehmadî herweha vê nûçeyê weha şirove dike:

“Abidzade piştî Nasir Hicazî wek golçiyê herî baş di dîroka 92 salan ya fûtbola Îranê de tê hesibandin, lê bi sedema vê ku werzişvanekî xelkî ye, eva çendîn sal e ku jêre kêşa û arîşeyan pêk tînin. Dema ku Abidzade di maça di navbera Îran û hilbijardeya Çînê de piyê wî derbe xwar, birêveberên yaneya Îstiqlalê û federasyona fûtbolê amade nebûn ku xercê emeliyata piyê wî bidne Dr .Mededî. lewra Mohendis Abidînî û Elî Perwîn li ser hisaba xwe Abîdzade şandin Alman ji bo çareseriyê. Li gorî yasaya navdewletî Abîdzade mafê vê heye ku ssdozê bi dijî Mededî weke, jiber ku Mededî bi sedema vê emeliyata xirap ku li ser piyê wî kir, ew bo heyamekê ji cîhana fûtbolê dûr xist”.

Rîkardo Olîvra lîstikvanê Birizîlî di tîma Elcezîreya Îmaratê de:
“ez naxwazim ku carek din bo maçê (pêşbirkêya topa pê) herim Îranê, jiber ku ew otêla ku dabûne me pirr xirap û pîs bû, û ji bo tîmek fûtbolê nedibû, herweha ew otobûsa ku dabûne me jî her bi vî rengî pîs bû û kursiyên wê şikestî bûn”.

Rêzdar Rehîm Ehmedî rojnamevanê werzişî axavtina Rîkardo Olîvra weha şirove dike:

“Piştî sala 2005’an ku hilbijardeya tîma topa pê ya Alman bi gellek fûtbolîstên xwe ên navdar ve bo lîstikek dostane hate Îranê, êdî ti yane û hilbijardeyek amade nebû bi sedema qorixkirina medyayên sporê, îdama zarokên jêr hejde salî, û binpêkirina berdewam ya mafê mirovan li hember wergirtina pareyek zor jî di gel tîmên Îranê maça topa pê encam bidin.

Yaneya Elcezîre û yaneyên din ên welatên Erebî jî berdewam li dema maçên Asyayî de bi awayê herî baş mêhvandariya yaneyên Îranê kirine. Lê mêhvandariya xirap ya yaneya Îstiqlal bi dilê navbirî nebûye, û di rastî de ew şêwe mêhvandariya girêdayî bi destêwerdana rejîmê di nav karûbarênsporê û îdeolojiya rejîmê ve heye.