Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ektera navdara Amrîkayî û Behmen Qubadî serdana Helebcê kirin

16:52 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Lîstilvana ekter a navdara Amrîkayî “Şaron Siton” û sînemakarê Kurd “Behmend Qubadî” bi hinceta wênegirtin serdana bajarên Helebce û Kerkûkê kirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdiostanmedia, Şaron Siton tevî sînemakarê bi ezmûnê Kurd Behmen Qubadî bi heceta wênegirtina fîlmek serdana Helebcê kirin û hevdem serdenek bajarê Kerkûkê jî kirin.
Behmen Qubadî mêjûlê porojeyekî nû li bajarên Bexdad û Niyoyork (New York)ê ye û pişkek jî ji wênên vê porojê li bajarê Helebcê tê cîbicî kirin.
Şaron Siton û Behmen qubadî û her wusa 6 kesên din pêkhatên lêjneya navnetewî a”Dijî Mîn”in.
Şaron Siton sala 2007’ê di 1’mîn Gera Festîvala “Sînemayê ya Heqîqet” de fîlmê “Kîso jî Difirin” yê derhênerê Kurd Behmen Qubadî bi hezkerên sînemayê nasand û fîlm li bajarê Monako yê Fransayê hat pêşandan.
Şaron Siton 10’ê Adara 1958’an li bajarê Meadville Pennsylvania ya Amrîkayê ji dayîk bûye.