Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elîekber Wilayetî: “Komara Îslamiya Îranê îznê nade saziya NATO yê li kêlega sînorê Îranê çalak be”

13:12 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2022

Şêwrmendê Karûbarên Navnetewî yê rêberê rejîma Îranê “Elîekber Wilayetî” tevî rexnekirina bernameya avakirina saziya NATO ya Erebî li Kendavê gotiye: ““Komara Îslamiya Îranê îznê nade ku NATO li kêlega sînorê Îranê çalak be”.

Şêwirmendê Karûbarên Navnetewî yê rêberê rejîma Îranê “Elîekber Wilayetî” di hevpeyvîn digel nûçegihaniya “Întixab”a girêdayî rejîmê, li derheq avakirna “NATO”yê li Rojhilata Navîn de bi navendiya Îmarat û Ordonê bi zimaneke sivikatîkirinê got: “ Îmarat û Ordon ti şiyan û pêgehek startejîk a wisa di şer û pevçûnan de ninin”.

Gotina wî berpirsê rejîma Îranê di halekê de ye ku, şerxwaziyên rejîma Îranê li dijî welatên cîran û Erebî, bûye sedem ku welatên han di hizra avakirina eniyek yekgirtî ya leşkerî bin, bona rêgirîkirin ji fitneyên rejîma Îranê di welatên xwe de.

“Elîekber Wilayetî” li derheq NATOyê de gotiye: “Saziya NATOyê yekîtiyek reşnav e û piraniya bûyerên xirab li cîhanê ji aliyê saziya NATOyê ve tên encam dan”!

Ev çendîn salin ku Tirkiye, Komara Azerbaycanê endamên saziya NATOyê ne û saziya NATOyê ew heyama çendîn salane ku, di welatên cîranê Îranê de çalak e û gotina “Wilayetî” bi tenê sivikatîkirin bi welatên hevpeyman ên Erebî ye.