Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Emrîka dahata petrol a rejîma Îranê bilok diket

14:47 - 8 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Deyvîd Kohin cêgirê wezareta darayî a Emrîka ê, û berpirsê beşa xebat li dijî Terorîzmê dibêje, van zûyane dahata petrola rejîma Îranê û wan welatên ku petrolê ji Îranê dikirin ê bihê bloke kirin.
Ev biriyara Emrîka ê, seba givaşên zêdetir bo ser Îranê derheq bi bernameya etomî a rejîmê, di Rêbendanda îsal de dê xwe derbixin.
Li sala 2012’an de Emrîka bi tûndî dorpêçên abûriyên li dijî Îranê zêde kir û şepola nû a sizayan ku bi dijî berpirsyarên wê rejîmê, encamekî xirab ji bo Îranê hene.

Deyvîd Kohin bi nûçgerî a “Fıranse” ragehand: Qedexe kirina petrol û pirosa dorpêçên Îranê li aliyekê û şepola nû a dorpîçan, dahata petrola Îranê li seda 50 nêzikî 5 miliyard dolar li mehekê de kêm dibe.

Cêgirê wezareta darayî a Emrîka ê got: Dewleta Emrîka ê heta ku hevce be zextên xwe dê zêdetir bike û şêwazên nû bi mebesta hişyar kirina rejîma Îranê li kar û kiryarên vê dê encam bide.