Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumena Sinfî a Mamostayên Kurdistanê hevxemiya xwe tev Azeriyên Îranê nîşan da

13:49 - 15 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Piştî erdheja Azerbaycanê û can jidestdana hejmarek zêde a xelkê bajarên Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Îranê, Encumena Sinfî a Mamomstayên Kurdistanê li Sinê gaziyek da.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Encumena Sinfî a Mamostayên Kurdistanê tevî sersaxî ji malbatên goriyan û hêviya çêbûna birîndarên erdhejê , gaziyek ji bo dana xwînê bi birîndaran belav kir.
Tevî gaziyê, di riya kurtenameyan de mamosta û çalakên çandî ên bajarê Sinê hatine haydarkirin ku demjimêr 11’ê pêşnîvro a roja Sêşemî di bankê Xwînê yê Sine de amade bin ji bo xwîndayîn bi birîndarên erdhejê.
Her li ser gaziiya wê encumenê, dehan kes ji mamosta û kedkar û navnedên din ên sinfî li bajarê Sinê li dor wê gaziyê hatin û xwîna xwe pêşkêş bi xwîşk û birayên Azerî kirin ku bi wî awayî hevderdiya xwe bi paşmayî û birîndarên wê karesatê li Azerbaycanê nîşan dan.

Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê