Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat, li bajarê Mehabadê, bi boneya bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîmê, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.
Şeva Pêncşemî 29`ê Xakelêweyê, endam û alîgirên PDKÎ, li bajaroka “Givêk Tepe” a girêdayî bajarê Mehabadê, bi boneya bi terorîst nasandina Spaha Pasdrana rejîmê, û piştevanî li PDKÎ çalakiyên tebilîxî lidar xistin.
Endam û alîgirên PDKÎ, li bajaroka “Givêk Tepe” a girêdaiy bajarê Mehabadê, tirakt û postêrên taybet bi terorîst nasandna Spaha Pasdaran a rejîma Îranê belav kirin.
Piştî vê ku, dewletên Yekbûy yên Amerîkayê, Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, bi awayê fermî wekî saziyeke terorîstî dane naskirin, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî, piştevaniya xwe derheq vê biryarê de nîşan da.
Herwisa bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran, ji aliyê xelkê azadîxwaz yên Kurdistanê pêşwaziya bê mînka jê hate kirin.