Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ bi hiceta roja şehîdên Kurdistanê, çalakî kirin

16:12 - 29 Adar 2014

Kurdistanmedia: Bi boneya 10’ê Xakelêwê, roja şehîdên Kurdistanê, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Bokan, Merîwan û Sine, bi awayeke cûr ba cûr çalakî birêve birin.

Merîwan
Li gor rapora Kurdistanemdia, endamên PDKÎ û rêvîngên rêya Pêşewa Qazî Mihemed, bi bilavkirina CD, trak û posterên taybet yê komîsyona Teşkîlatê û cih kilîtên taybet bi şehîdên reber, roja 30’ê Adarê bilin nirxandin.

Ew cihên ku çalakiyên teblîxî hatine kirin bi vî awayê ne:

Şehreka Kewser, çarrêya Bayewe, daristana 1, bazara Dînarfiroşan, derdûra karaja Seqizê, taxa çarbax, taxa Yeyîlaxiyekan û şeqam û kolanên Hewrazê.

Bokan
Li bajarê Bokanê a ser bi parêzgeha Urmiyê, endam û alîgirên PDKÎ, nameya taybet ya komîsyona Teşkîlata PDKÎ bi malbatên şehîdan gehandin ku ligel pêşwaziyeke gerim ya malbatên şehîdan rûderû bûn.

Sine
Endamên PDKÎ li bajarê Sine, bi hiceta roja şehîdên Kurdistanê çalakî kirin.

Kanî Kuzele, Gulşen, hola Nebûet navê ew cihên ku li bajarê Sine çalakî hatine kirin.

Li gor vê raporê, endamên PDKÎ bi rêya “SMS”an ve bo hemwelatiyan û malbatên şehîdan, bir anîna şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bilind nirxandin.

Herwisa endamên PDKÎ lewha teybet bi 10’ê Xakelêwê roja şehîdên Kurdistanê bi ser hinek ji malbatên şehîdan li bajarê Sine biliv kirin.