Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ li bereberê 17’ê Îlonê çalakî kirin

16:43 - 16 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Çalakiyên teblîxî yên endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajar û gundên Kurdistana Rojhelatê bi boneya karesata Mîkonûsê dirêje heye.

Li gor rapora Kurdistanmedia, endam û alîgirên PDKÎ li berberên 22’emîn salvegera terora Mîkonûsê, bi birêve birina çalakiyên berfireh ên teblîxî, bîr anîna şehîdên wê karesatê bilind nirxandin.

Endamên PDKÎ li bajar û gundên Kurdistana Rojhelatê bi bilavkirina poster û wêneyên taybet û herwiha nivîsîna silogan û bilav kirina CD bîr anîna Dr. Şerefkendî û hevalên wîbilind nirxandin û bi wî cirê û req û kîna xwe ji terorîzma dewletî a rekîma Îranê derbirîn.

Bajar û gundên ku çalakî têde hatine kirin bi wî awayê ye:

Gundê Nê

Endamên PDKÎ li gundê Nê ya ser bi bajarê Merîwanê, bi bilavkirina poster û wêneyên taybet bi 26’ê Xermananê li felekeya Dr. Qasimlo, bîr anîna Dr. Sadiq şerefkendî û şehîdên tîrajidiya Mîkonûsê bilind nirxandin.

Herwiha endam û alîgirên PDKÎ li çiyayê Şerga ya gundê Nê, ala Kurdisyanê bilind kirin.

Bokan
Di bervara 13 û 14’ê Îlona 2014’an de, endamên PDKÎ li bkarê Bokanê bi birêvebirina çalakiyên teblîxî bi bilavkirina poster, wêneyên taybet bi terora Mîkonûsê, bîr anêna şehîdên Mîkonûsê bilind nirxandin û bi wî cirê terîzma dewletî a rejîma Îranê protesto kirin.

Xwendingeja mamosta Heqîqî, mekoya hunerî li parka Mîlet, cadeya Miyandab li eêriya Nexdalî heya feleka Eîlava, cadeya Dr. Qasimlo. Derdora fermandarî a hêzên Întizamî û îdareya Îtilatê û dadgusterî, kolanên Ebûzer, cadeya Hesar, Terebar, bulwara Mamosta Hejar, navên wan cihaneye ku çalakî tê de hatine kirin.

Dîwandere

Bi hinceta 17’ê Îlon, salvegera terora Mîkonûsê, endamê PDKÎ bi çalakiyên teblîxî bîr anîna şehîdên wê karesatê bilind nirxandin

Şeqama Sahilî, şeqama 16 mêtrî, şeqamên derdora mizgewta çar bax û mizgewta Camîe, parka 22’ê Golanê, şeqama Azadigan û şehreka Endîşan, navên wan cihaneye ku çalakî tê de hatine kirin.

Kamyaran

Rêvîngên rêbaza şehîdan û demokratê li bajarê Kamyaranê bo duyemîn car salvegera şehîdbûna Dr. Şerefkendî û hevalên wî bi bîr anîn.